‘Li dijî betaliya jinan bernameya sendîkayan nîne' 2019-09-17 09:20:41   Melike Aydin   ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Mor Perîhan Koca, diyar kir ku divê di mekanîzmayên kontrol û şopandinê de jî nûneriya jinan pêk bê û her wiha tunebûna bernameyên li dijî kûrbûna betaliya jinan ya di sendîkayan de jî nirxand. Perîhanê got: “Bernameyeke sendîkayan a li dijî têkoşîna betaliya jinê tune ye.”   Têkoşîna wekheviya jinan a li her qada jiyanê, di tevgerê pîşeyî û kedê de jî didome. Endama Piştevaniya Mor Perîhan Koca, nêzîkatiyên zayendperest yên ji rêxistinê pîşeyî heta sendîkayan û têkoşîna jinan li hember vê nirxand. Perîhanê da zanîn ku jin di platfromên tê de hem jî li dijî desthilatdariya siyasî têdikoşe û wiha got: “Pergala hevserokatiyê jî tê wateya ‘zêdekirina gotin û nûneriya jinan’. Biryarên di rêxistinan de tên girtin têr nakin û divê di mekanîzmayên şopandin û kontrolê de jin jî cih bigirin. Sendîka tevî ku der barê jinan de daneyan derdixe jî, di nokteya çareseriyê de qels in.”   ‘Berxwedanên jinan bandor li rêveberiyan nake’   Perîhanê di dirêjiya axaftina xwe de balkişand ser krîza ku Tirkiye tê de ye û wiha got: “Sermaya û serdestiya mêr li ser bedena jinên teşeyên cuda yên zextê derdixe holê. Li dijî vê jin li kolanan mafên xwe dixwazin. Wek berê ne berxwedanên topyekun, îro bi berxwedanên xweser li fabrîka an jî kargeriyan berxwedanên yek kesî jî didomin. Em dibînin ku jin di van grevan de di eniya pêş de ne. Lê dema mirov li bernameyên sendîkayê an jî rêxistinbûnên piştî grevan dinêrin, jin zêde di rêziknameyên rêveberiyê de cih nagire.”   ‘Nûneriya jinê pir kêm e’   Perîhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas jinan gelek maf bidest xistibin jî gotinên zayendperest yên di sendîkayan de hene. Di sendîkayan de nûneriya jinan gelek kêm e. Li gorî vegotinên hevaleke ji TMMOB’ê, jinan ji ser kota wekhev maf daxwaz kirine. Dîwana mêr daxwaz heta dawî pêşkêş nekiriye û plankirine ku heta dawî wê kes nemîne û ev bê redkirin. Lê jin berxwe didin û heta dawiya kongreyê dimînin û van mafan digirin. Ev di alî têkoşînê de gelek girîng e.”   ‘Sendîka ji bo betaliya jinan çareseriyê pêk naynin’   Perîhanê bi lêv kir ku jin li dijî kapîtalîzm û serdestiya mêr li her qada jiyanê têbikoşin û ji bo destkeftiyên jinan pêk bên, dixwazin di mekanîznameyên biryar û kontrolê de cih bigirin. Perîhanê ev tişt anî ziman: “Di sendîkayan de ji bo rêxistinbûna karkerên jin divê bernameyek bê amadekirin. Di peymanên komî de hîna jî kreş, wekheviya zayenda civakî ne mijara gotinê ye. Di bernameya pêşvebirinê ya yekemîn a rejîma AKP’ê de der barê xizanbûna jinê û zayenda civakî de tiştek tune. Heta rakirina mafên heyî mijara gotinê ye.”   'Divê di qada siyasî de tevlîbuneke wekhev hebe'   Perîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala hevserokatiyê bi taybetî ji aliyê jinên ji tevgera azadiya Kurd hatiye ber me û yek ji modelên girîng e. Ev destkeftî ji aliyê jinan ve bi coşek mezin hat pêşwazî kirin. Bi vê modelê di saziyan de nûneriya wekhev pêk hat. Di vê mijarê de tenê girtina biryaran têr nake. Divê bi bernameyên der barê zayenda civakî re, bernameyeke ji zayendperestiyê hatiye paqijkirin bê berdewamkirin. Divê karbeşiya li malê jî ji zayendperestiyê bê paqijkirin. Divê hem di qada cemawerî hem jî di qada siyasî tevlîbûnek wekhev hebe.”