Jinên YerDenîzlî: Em koperatîfbûnê wek rêxistinbûnê digirin dest 2019-09-17 09:11:40   Safiye Alagaş   STENBOL - Xebatkarên Koperatîfa YerDenîz ku armanc dikin ku li dijî radestkirina qadên çandiniyê ya ji bo şîrketên serdest, xurekên baş û xwezayê bigihînin her kesî û gotin: “Em koperatîfbûnê wek modelekê pêşniyar dikin û piştgiriyê didinê.”    Koperatîfa Xizmet û Kargeriya Civakî ya YerDenîz ku 6 meh berê li Yeldegîrmenî ya Kadikoyê hat vekirin, ji nêzî 20 hilberînerî berhem digire. Koperatîfa YerDenîz ya ji hilberîner beyî navbeynkar berhem digire, hedef dike ku xurekê baş û tendurist bigihîne bikahêneran.   Elîf Kîreşçî ya di koperatîfê de dixebite, tecrûbeya wê ya ji demên berê jî heye. Elîfê diyar kir ku YerDenîz li gorî xebatên wan yên berê cihekî zêdetir civakiye û wiha got: “Ev der qadek kolektîfe û em ê jiyana xwe ji vir bidomînin. Jiyana kolektîf li dijî pergala ku jinan tune dike, terzek jiyanê tê dîtin. Em bi tu awayî şexsî li tiştan nanêrin. Em wek jin, têkoşîna bi hev re girîng dibînin.”   ‘Koperatîf ji bo me girîng e’   Elîfê bi lêv kir ku ji bo berheman bigirin bi çar hevalê xwe re xebatê dimeşînin, ji her çar aliyê Tirkiyeyê em ji koperatîfên hilberîner berhem digirin û got: “Çend komeleyên jinan hene. Em ji koperatîfên tevlîhev jî digirin. Lê dema koperatîfa jinan be em zêdetir kêfxweş dibin. Di koperatîfê de hejmara jinan zêde û em hewl didin vê piştevaniyê bihûnin. Di pêvajoya lêkolîna berheman de em ji koperatîfên jinan piştgiriyê didin. Em bi endezyarên zîrat û pîşeyî re di têkiliyê de ne. Em agahiyan kom dikin û arşîv dikin. Em diçin hilberîner ziyaret dikin. Têkiliya me ya piştevaniyê jî heye. Xebateke bi piştevaniyê mezin dibe ye.”   'Em dixwazin her kes bighijê xurekên baş'   Elîfê her wiha destnîşan kir ku ew bikaranîna xurekên baş hedef dikin û wiha pê de çû: “Çandinî û ekolojî yek e. Lê mixabin qanûnên li Tirkiyeyê çandinî ji serdestiya şîrketan re hiştiye. Ev mirovan nerehet dike. Em bêçarebûna hilberîneran dibînin. Em dixwazin çandiniya kevneşopî bidome. Em dixwazin her kes xwe bigihîne xurekê baş. Em naxwazin bi bihayan qezencek bê maf bidest bixin. Belê çandiniyê didin şîrketa lê li aliyê din jî sertîfîkayên organîk jî dewrê şîrketan dikin. Li her derê çandiniyê didin şîrketan. Ligel vê bi bihayekî mezin di bin navê xurekên organîk de berheman dikin refan. Em dixwazin îtîrazê vê bikin.”   ‘Ji bilî xurekê jî wê faliyet hebin’   Mîmar Asli Açikoglu, jî diyar kir ku ew koperatîfeke ku tenê bi xurekê sînor dimîne naxwazin û got: “Em koperatîfeke ku xwe li her qada jiyanê rêxistin dike dixwazin. Em dixwazin li ser esasa îstîhdamê be jî. Me bi xurekên xwezayî dest pê kir. Divê piştgirî ji bo cotkaran bê dayîn. Em wisa dikirin. Ji ber vê jî em xurekên xwezayî girîng dibînin. Di nav damezrînerên me de mîmar û endezyar hene. Di nav xizmetên me de wê mîmarî, endezyarî û veguhestin hebe. Her wiha faliyetên xizmeta civakî, lênerîna zarok û kal û pîran jî wê hebe. Di bin şertên adîlane de, ger beramberê kedê bê dayîn hilberîn jî pêkane. Em dixwazin vê jî nîşan bidin. Em dixwazin tora xwe mezin bikin. Em koperatîfbûnê wek modelek rêxistinbûnê pêşniyar dikin û piştgiriyê jî didinê.”