Jin li gundê Barê bi hişkirina hêjîran debara xwe dikin 2019-09-16 09:28:06   Viyan Said/Almas Nayif   ŞENGAL - Jiyan bi keda jinê xweşik dibe. Jin li gorî demsalî tevdigere. Xezal Hemo bi dawî hatina demsaliya havînê hêjîr kom dike, zûha dike û difroşe, debara mala xwe dike.    Ji despêkê avabûna civakê de civak bi keda jin û dayikê xwe mezin dike û jiyanê dixwemlîne. Jin û dayik çawa ku ji civaka xwezayê da ji bo zarokên xwe behreme xwe avadike û dipareze.  Jina bi navê Xezal Hemo bi dawî hatina demsaliya havînê hêjîr kom dike, zûha dike û difroşe debara mala xwe dike.    Xezal Hemo  ku ji gûnde Barê ye ji bo hişkirina hêjiran di despêkê da wiha behs dike: “Em dema dibe payiz em rêzê xwe ye hêjîra dadiweşînê û em paqij dikin û wextê ku em diçînin û em di bin difroşin. Hêjîra ku hişk di bê em tînin malê em paqij dikin û em di bin ber rojê 3, 4 ber rojê de ku hişk bin û em paşê tînin malê. Bi 2 ava dişon û paqij dikin û em dihirin bi makînê, heta ku bê baran em tînin malê ji xwe û em reçelê wê çêdikin."   'Em reçelên xwe difiroşin'   Xezal, diyar kir ku beriya her tîştî karê xwe de paqij dikin û wiha got: "Hêjîrên nermbê zû çêdibe reçelê wan, lê heger eşq bê, di nav şekir da zêdetîr dîmîne heta ku nerdibe. Piştra em dixin nav beroşê û heta ku ku baş di bin wek hingiv û dadinin erdê heta ku sar dibe em dixwin. Em ji bo xwe jî çêdikin û ji bo firotinê jî çêdikin. Lê dema her carê em çêdikin, ji xweza yê sûd digrin em gelek kefxweş dibin û em debara xwe jî dikin.”   'Em ser axa xwe sûd digirin'   Xezal, bal kişand ser keda ku didin û wiha axivî: "Em gelek kefxweşin ku em ser axa xwe ne û jiyana xwe didomînin. Em li gorî pêwîstiyên xwe ser axa xwe sûd digirin. Pîştê fermanê jî em ser axa xwe dijîn. Em her sal rêzê xwe çêdikin, payizê baş tên firotin û hem hişk jî dikin û hem xêr didin û çi kesê ku hat nava rêzan da dixwûn pir xêr jî dardikeve. Her em çiqasî bi parêzin jî sûd jê digrin.”   'Axa me ji welatên xerîp xweştir e'   Xezal di dawiya axaftina xwe de bal kişand jiyana li ser axa xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber em li Şengalê li ser axa xwe dijî em gelek kêfxweşin. Hemû kefxweşî bi hev re derbas dikin. Hêviya min heye ku Gelê Başûrê Kurdistanê vegerin ser axa xwe ye pîroz. Xemla Şengalê ji her welatekê xerîb xweşiktire ji bo me.”