Aysun Gezen: Divê em bi lez vegerin ser karê xwe 2019-09-15 09:32:28   Habîbe Eren   ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen ku ji ber îmze avêt danezana ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ hat darizandin, biryara beratê ya ku ew jî tê de der barê 23 akademîsyenî de hatiye dayîn nirxand û got: “Ev edeleteke ku pir dereng hatiye cih e. Divê demil dest em vegerin ser karê xwe.”   Akademîsyenên ku îmze avêtibûn binê belavoka ‘em nabin hevkarê vî sûcî’ ku hatibûn îxrackirin û der barê wan de doz hatibû vekirin, beratkirina wan didomin. Bi du biryarên beratê yên hatin dayîn re hejmara akademîsyenên berat kirin gihişt 23’an. Li 28’emîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, li ser 18 dosyayan lêpirsîn hat kirin, biryara beratê hat dayîn. Di nav kesên berat kirin de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî heye.   Aysunê daxuyakirin ku dema li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê hîndekara lêkolînê bû di îlona 2016’an de bi KHK’ê hatiye îxarkirin û balkişand ser berat û rewşa Akademîsyenên aştiyê.   ‘Divê di serî de veneguheriya îdianameyê’   Aysunê got divê bi tu awayî danezana ku îmze kirine veneguheriya îdianameyê û li dadgehan nebûna mijara sûc û wiha got: “Danezana ku me îmze avêtê, ji bo bikaranîna azadiyên akademîk a azadiya fikr û ramanê û çareseriya pisgirêkên li welat, bangek ji bo dewletê bû. Ji ber darazê di serî de danezan hedef girt rê li ber mexduriyetên cidî vebû. Ji ber vê biryara hatiye dayîn dereng be jî hatiye dayîn.”   ‘Edeleteke derengmayî ye’   Aysunê biryara beratê bi gotinên ‘edeleteke ku pir dereng hatiye cih’ nirxand û ev tişt anî ziman: “Ji binçavkirin û girtinan bigirin, heta nîşankirina deriyan gelek hevalên me neçar man bajar biguherin, bi KHK’yan gelek kes ji peywirê hatin girtin. Me pêvajoyeke ku encamên wê gelek giran bû jiya. Bêguman ev biryara beratê, van encaman ji holê raneke lê pêngaveke girînge. DDB’ê ev di çarçoveya fikr û ramanê de girtiye dest. Ev biryareke di cih de ye.”   ‘Gelek hevalên me neçar man bajar biguherin’   Aysunê destnîşan kir ku ji 2016’an heta niha ku danezan hat aşkerakirin, akademîsyen ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “ Zimanekî nefretê yê cidî hat avakirin, vê nefretê jî akademîsyen bi gelek tehdîdên cidî re anî rû hev. Bi taybet li bajarên biçûk ji ber hestên netewperest û şoven zêde bû, deriyên hevalên me haitn nîşankirin û vê jî hevalên me bi gelek tehdîdan re anî rû hev. Gelek hevalên me neçar man cih biguherin. Li her derê jî rastî mobbîngê hatin. Bi darbeya 15’ê Tîrmehê re rejîma KHK’ê pêş ket.”   ‘Paşverûtiya olî li zanîngehan hat zêdekirin’   Aysunê wiha berdewam kir: “Ev rewş li pêşî vegera pîşeyê astengiyek cidî bû û ligel vê tasfiyekirina zanîngehan jî bû parçeyek vê. Hevalên me ji karê wan kirin. Rastî zextên rêveberiya zanîngehê hatin ku îmzeya xwe vekişînin. Di vî alî de paşverûtiya olî li zanîngehan hat zêdekirin û pêvajoyek tevlihev hat jiyîn. Li hember akademîsyenên aştiyê ev êrîş jî bû parçeyeke pêla tasfiyeyê.”   ‘Divê bi lez radetskirina kar bê kirin’   Aysunê her wiha daxuyakirin ku zanistên wekhevî, azadî, aştî û laîkbûn xwestin ji zanîngehan hatin durxistin û ev tişt anî ziman: “Bi KHK’yan îxrackirin ji bo desthilatdarê bû derfet bû li zanîngehan bibin serdest. Di encama vê de lise r jiyanan û li ser zanÎngehan encamên gelek cidî derketin holê. Di alî xwendekaran de jî pisgirêkên cidî hatin jiyîn. Ne tenê mafê me yê xebetê, pasaporta me hat desteserkirin. Divê demildest niha karê me bê radestkirin. Mexduriyet û dema me tu car şûnde nayê êdî. Qe nebe bila me bi lez vegerînin karê me.”   Akademîsyenên biryara beratê ji bo wan hatiye dayîn navên wan wiha ye: “Ji Enstîtuya Teknolojiya Bilind a Îzmîrê Alîkar Doç. Dr Mehmet Penpecîoglu, ji Zanîngeha 19 mayîsê Dr. Alî Riza Gungen, ji ODTU peywirdara lêkolînê Gulsevîm Evsel û Alîkar Doç Dr. Başak Alpan, ji zanîngeha Enqereyê Peywirdara lêkolînê Aysun Gezen, ji zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Mîhrîban Ozbaşaran, ji MSGSU Peywirdara Lêkolînê Damla Karaman, ji Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Cem Terzî, ji Zanîngeha Ozyegîn Dr. Alper Açik, ji Zanîngeha Anadoluyê Dor. Dr. Yasemîn Ozgun, ji Zanîngeha Yuzuncu Yil Doç. Dr. Eylem Kiliç Ogurlu, ji Zanîngeha Aboriyê ya Îzmîrê Alîkar Doç. Dr. Fatma Işik Gurleyen, ji Zanîngeha Hacettepeyê peywirdara lêkolînê Sînem Onem û Ugur Çetîn, ji zanîngeha Enqereyê Doç. Dr Sevîlay Çelenk, ji Zanîngeha Anadoluyê endamê hîndekariyê Abdullah Devecî.   Her wiha di 6’ê îlonê de 30’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Stenbolê, akademîsyen Ozlem Şendenîz berat kir. Di 9’ê îlonê de jî 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê profesorên ji zanîngeha Dîcleyê Murat Kizil, Murat Bîrîcîk û Fîkret Uyar berat kir.