'Armanca me ew e ku jin bi xwe debara jiyana xwe bike' 2019-09-14 09:04:41   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Desteya Aborî û Çandiniyê li Şehbayê projeyeke çandiniyê ji  bo şêniyên  herêmê pêşkêş kir. Jinên ku di nava xebatên çandiniyê de cih digirin wiha gotin: "Berhemên hilberînê yên bi destên jinê xweş in. Bi dayina kedê bedewiya jinê watedartir dibe."   Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrînê li Şehbayê, tevî derfetên kêm jî  projeya çandiniyê ji gelê herêmê re ji bo debara jiyanê  da destpêkirin. Nêzî 30 jinî cihê xwe di nav vê projeyê de digirin. Di nava erdên çandiniyê de mirov keda pîroz a jinê û tevgera wê ji bo jiyanê dibîne. Jinên ku di nava erdan de çandiyê dikin bi kedeke mezin dixebitin. Her roj di saetên siharê de berê xwe didin nava erdan. Di bin tava nîvro ya dijwar de jî xebatên xwe didomînin. Têkildarî  mijarê jinên xebatkar ên ku di nava pirojeyê de cih digirin axivîn.      'Armanca me ew e ku jin bi xwe debara jiyana xwe bike'   Ji Rêveberiya Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê, Menal Şêxo li ser avakirina projeya çandiniyê wiha axivî: "Projeyên me di asta serkeftinên de ne. Niha me ji bo gelê Şehbayê projeya pîvazan ava kiriye. Di destpêkê de hin zehmetî ji aliyê peydakirina alavên çandiniyê hebûn. Tevî vê yekê jî me projeya xwe ava kir. Hevkariyeke baş di navbera jinan de heye. Her kes di nava hilberînê de ye û debara jiyana xwe dikin. Armanca me ew e ku jin bi xwe debara jiyana xwe bike."   'Berhemên destên jinê aboriya civakê xurt dike'   Jina bi navê Sene Eloş a ji  Şehbayê ku cihê xwe di nava xebatên çandiniya erdan de digire wiha dibêjê: "Dema mirov dibêje jin û ax, ev du peyvên ji hev ne qut in. Girêdana me ya çandiyê  ji mêj de ye. Îro em dibînin her jin kedê dide. Bi vê yekê em kêfxweş dibin û bi berhemên destên xwe jî civaka xwe li ser piyan dihêlin û aboriya civakê xurt dikin. Berhemên ku bi destên jinê werin hilberandin xweş in."      'Keda jinê watedar e'   Jina bi navê Emîne Elwê ya ji gundê Em Hoşê ye, her roj siharê zû ji gundê xwe berê xwe dide nava erdan û  bi dilekî geş berhemên xwe hildiberîne wiha dibêje:"Keda jinê watedar e. Dema ku em berê xwe didin nava erdan dilê me şad dibe. Em ji bo zarok û malbata xwe dixebitin û debara jiyana xwe dikin. Debara jiyanê zor bûye, ji bo wê jî  em dibînin ku keda me watedar e."