Ji şaredariya Qersê ji bo jinan qada îstîhdamê 2019-09-08 09:16:01   QERS - 6 jinên kedkarên malê ku bi markaya ‘KarSbel’ hingiv, to, penîrê kaşar û dimsê hildiberînin, di salona taştê ya şaredariyê vekiriye de dixebitin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku wê berdewama îstîhdama jinê bê.   Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qersê cara yekem bi ser ket. Şaredariya Qersê ya HDP’ê xebatên xwe didomîne û li aliyê din jî ji bo jinan projeyên nû dike jiyanê. Şaredariya ku bi pergala hevserokatiyê tê meşandin, Girîngiyê dide projeyên der barê jinan de. Yek ji van projeyan ev e ku berhemên bi markaya ‘KarSbel’ yên wekê hingiv, penîrê kaşar, çeçîl û dimsê bi keda jinê pêşkêşî bazarê tê kirin.   Cihekî ku jin têde rehet dike ye   Li Parka Îsmaîl Aytemîz ya Qersê, 6 jin li KarSbel hem berhemên xwe difroşin hem jî wek salona taştê xizmetê didin gel. Li salonê vexwarinên germ, cemidî bi keda jinê tên amade kirin û her wiha li salonê ji bo dayikan odeya şîrdayîna ji bo zarokan jî heye û ji bo astengdaran jî lavabo heye. Salon ji bo ku jin taştê bidin, cihekî gelek rehet e.   ‘Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin’   Hevşaredar Şevîn Alaca destnîşan kir ku ji roja hatine peywirê ji bo jinan xebatan dimeşînin û got: “Em ê bi taybet ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin. Me xwest tenê jin cih bigirin. Ev hejmar niha 6 e, em ê di demên pêş de vê zêde bikin. Ji bo jin aboriya xwe pêk bînin em ê van xebatan bidomînin.”   ‘Em ê standan vekin’   Şevînê her wiha bi lêv kir ku wê li Parka Îsmaîl Aytemîr, ji bo firotina berhemên keda destê jinan standan vebikin û di heman demê de jî wê li dijî şîdeta li ser jinê, li dijî tacîz û tecawizê bernameyan pêk bînin.   ‘Jin wê xwe di ewlehiyê de hîs bikin’   Çîgdem Yagmur Bedel ku yek ji jinên li salonê dixebite ye, diyar kir ku ji ber xebatkarên salonê tenê jin in, jinên ji derve tên jî xwe rehet hîs dikin û ev tişt bi lêv kir: “Xebata me jinan li vir rehetir e. Ji ber em jin in, jinên ji derve tên xwe rehet û di ewlehiyê de hîs dikin.”