ÎSÎG: 148 karkerî jiyana xwe ji des dane 2019-09-07 12:32:25   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG), di meha tebaxê de 148 cinayetên ser kar pêk hatine û di 8 mehên îsal de bi tevahî hezar û 174 karkerî jiyana xwe ji dest dane.      Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya meha tebaxê ya derbarê cinayetên ser kar de aşkera kir û li gorî raporê 148 karker di meha tebaxê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin di nav karkeran de 14 zarok, 12 jin û 11 penaber jî hene. Jinên ku jiyana xwe ji dest dane karkerên çandiyê bûn û her wiha herî zêde cinayetên ser kar di qada tenduristî û di gihandinê de pêk hatine.    Di rapora ÎSÎG'ê de hat destnîşan kirin ku 41 karkerên ku bi heqdest dixebitî û bi tevahî 68 karkerên demsalî bûn qurbana cinayetên ser kar. Li gorî daneyan di meha çîleyê de 159, di meha sibatê de herî kêm 127, di meha adarê de 114, di meha nîsanê de 153, di meha gulanê de 164, di meha hezîranê de 131, di meha tîrmehê de 178 û di meha tebaxê de jî 148 karker jiyana xwe ji dest dane. Bi tevahî di 8 mehên sala 2019'an de herî kêm hezar û 174 karker bûn qurbana cinayetên ser kar. Li gorî rapora ÎSÎG'ê tenê 2 karker bi sendîkayê bûnê û 148 karker bê sendîka kar kirine.