'Bi raporan rastiya enflasyonê tê veşartin' 2019-09-03 16:19:36   ENQERE - Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) rapora meha tebaxê ya daneyên enflasyonê aşkere kir. KESK'ê, bertek nîşanî raporê da û da zanîn ku ku bi daneyên TUÎK'ê rastiya aborî û enflasyona li Tirkiyeyê bincil dikin.    Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî rapora, Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku TUÎK bi ve raporê rastiya enflasyonê ji gel vedişêre. Saziya Rêveber a KESK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku enflasyona rastîn bi daneyên TUİK'ê ji gel tê veşartin û wiha got: "Di du mehên dawî de rastiya enflasyonê bi zema hatiye ser şekir, çay, gaza xwezayî, ceyran, sotemenî û rêwitiyê xwe nîşan dide. Zem li ser zemê tê. Lê TUÎK di rapora tebaxê de wekî ji sedî 0,86 nîşan dide. Lê ji ta heta derziyê her tişt zem bûye. Ev yek ji zema li kolan û bazarê xwe nîşan dide. Di 2 mehên dawî de her tişt zem bûn."    Di nava du mehan de; Çay, Ceyran û gaza xwezayî bi giştî ji sedî 32 zem bû. Heqê derbasîbûna piran ji sedî 47, heqê buhayê çixareyê ji sedî 40, pêlav ji sedî 30, şekir ji sedî 16,   lêçûna rêwîtiya dervê welat ji sedî 333 zem bûye. Di serî de li Enqere û Stenbolê heqê rê ji sedî 30 û 50 zem bû.