Ji bo rojekê KESK’iyan dest ji kar berdan 2019-08-27 15:56:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkayên girêdayî KESK’ê li Enqerê, Stenbolê, Edeneyê, Dêrsimê û Amedê bi dirûşma “Jiyanek bi mirovatî, karê bi ewle, ji bo siberoja ewle em bang dikin ku rayedariyê ji xwediyê wê re berdin” daxwazên xwe anî ziman û li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya dest ji kar berdanê pêk anîn.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li dijî Girêbesta Komkarî (TÎS) ya serdema 5’emîn ku li Tirkiyeyê 3 milyon kedkarên cemaweriyê û 2 milyon kesên ji cemaweriyê teqewît bûne eleqedar dike û ji desteya hakem re hatiye berdan li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya dest ji kar berdanê pêk anî. KESK’ê bi dirûşma “Jiyanek bi mirovatî, karê bi ewle, ji bo siberoja ewle em bang dikin ku rayedariyê ji xwediyê wê re berdin” li Amed, Dêrsim, Edenê, Stenbol, Enqerêyê daxwazên xwe anî ziman. Endamên KESK’ê yên li saziyên cemaweriyê dixebitin neçûn kar.    Endamên KESK’ê li Amedê li ber avahiya Defterdarî çalakî li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û nûnerên sendîkayên KESK’ê beşdar bûn û daxuyanî dan. Hevserokê KESK’ê Mehmet axivî û diyar kir ku desteya hakem ne bêalî ye û bi alî tevger dike û wiha got: "Her ku diçe krîzên li Tirkiyeyê di her warî de kûrttir dibin. Butçeya Tirkiyeyê ji şer re tê veqetandin û li ser şer diçe."