‘Armanca qeyûman astengkirina têkoşîna sendîkal e’ 2019-08-25 09:07:55   WAN - Sekretera Aborî ya Tum Bel-Senê sati Burucunu Çali der barê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê de axivî, balkişand ser krîza ku Tirkiye tê de ye û wiha got: “Dema mirov hemû çavkaniyên krîzan difirkire, mirov dibîne ku ev mudaxaleyên tên kirin ji bo  AKP temenê xwe dirêj bike ye. Tayînakirina qeyûman  jî bi vêarmancê hatiye kirin.”   Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê şûnde, dîsa berê xwe dan xebatkarên sendîkayî. Li Wanê piştî tayînkirina qeyûman di nav de hevserokê Tum Bel-Sen Şukru Kaçici û xebatkarên şardariyê jî tê de 10 kes di 21’ê Tebaxê de hatin binçavkirin û di 23’ê Tebaxê de li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   ‘Em li dijî qeyûman di piştevaniyê de ne’   Sekretera Aborî ya Tum Bel-Senê Sati Burunucu Çali, der barê binçavkirinên piştî tayînkirina qeyûman de axivî û da zanîn ku zext û polîtîkayên li hember şaredar û gel pêk tên li hember sendîka wan jî pêk tê û wiha got: “ Dixwazin berê xwe bidin mafên bi têkoşînê hatine qezenckirin. Em di alî maf û azadiyên xwe yên sendîkal de hem jî di alî demokrasiyê de, dixwazin bibêjin li dijî qeyûman di têkoşîn û piştevaniyê de ne.”   ‘Tayînkirina qeyûman ji bo temenê xwe dirêj bikin e’   Sati der barê tayînkirina qeyûman de jî wiha got: “Hikûmeta AKP’ê li Sûriye, Rojhilata Navîn, di partiya xwe de, ji aliyê gel ve winda kiriye û ji ber vê jî dema mirov çavkaniya van krîzan difikire dibîne ku hikûmeta AKP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike ev mudaxale kiriye. Tayînakirina qeyûman bêguman ji bo dirêjkirina temenê xwe ye.”   ‘Gel ji darbeyan bêzar bûye’   Satiyê balkişand ser gotinên Suleyman Soylu yên der barê tayînakirina qeyûman û got: “Gotinên wî yên wek ‘gel ji qeyûman razî ne’ hene. Lê em dibêjin ku gel ji vê darbeyê ne razî ye û bêzar bûye. Me pratîkên qeyûm yên 2016’an dîtin. Pêkanînên qeyûm tenê ji bo xepskirina îradeya gel in. Em dizanin ku butçeya şaredariyan çawa hatiye xerckirin. Hatiniyên şaredariyan pêşkêşî Ocaxên Osmanî û TUR-GEV’ê hatine kirin.”   Satiyê daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a beriya hilbijartinên 31’ê Adarê jî bi bîr xist û got: “Beriya hilbijartinan jî gotibûn ‘Nayên hilbijartin, bê hilbijartin jî em ê dîsa qeyûm tayîn bikin’. Gelê Wanê di 31’ê Adarê de bersiv da qeyûm. Gel li dijî qeyûman îradea xwe danî holê. Ji vir şûnde em hêzên demorkasî û sendîka em ê daxwazên demokratîk yên gel bînin ziman.”