'Li gundan jiyane hevbeş heye' 2019-08-19 09:05:21   Binevş Sarya   KOBANÊ - Kantona Kobanê wekî yek ji cihê bi xêr û bêr tê nasikirin.  Li vê herêmê li gel çandiniya genim, ceh, bostan, xwedîkirana ajalan, çandiniya darên fêkî, fistik û zeytûnan jî bi awayek gelemperî tê kirin. Li Kobanê ku bi axa xwe ya dewlemend tê naskirin di vê serdemê de çinîna fistikan tê kirin. Jinên diçin çinîna fistikan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku li gundan jiyaneke wekhev heye.   Li Kantona Kobanê di her demsalekê de gelên herêmê bi curreyekî çandinê re mijûl dibin. Di mehên biharê de gel bi çandiniya bostanan re mijûl dibe. Di mehên havînê yên destpêkê de dest bi dirûtina zeviyên genim, ceh û nîskan dikin. Di meha havînê ya dawiyê de jî dest bi komkirina fistik, tirî û hêjîran dikin. Li gel van hemûyan gelê li gundan sewalan xwedî dike û berhemên ku bi dest dixin li sûk û dukanên bajêr difroşin. Genim, ceh, nîsk, kuncî, fistik, zeytûn, hêjîr û henaran  berhemên ku ji gundan têne girtin bi qasî ku têra hemwelatiyan bike li Kantona Kobanê tên firotin û yên zêde jî difroşin ticarên derveyî herêmê. Li Kobanê sê cureyên fistiqan yê Aşûrî, Tirkî û Betûlî hene. Li vê herêmê fistiK bi sê cureyan tên bi navkirin. Li gorî xwediyên fistiKan cureyên herî baş û xweş cûreyên Betûlî û Aşûrî ne. Gundiyên ku li gundê Berxbatanê fistikan kom dikin wiha behsa xwedîkirin û faydeyên fistiqan kirin.    Xewdiya darên fistikan Gulîstan Mistefa di axaftinên xwe de behsa fayde û komunalbûyîna gund kir û got: "Fistik ji aliyê bazirganiyê ve zêdetir bi fayde ne û mirov baştir dikare dabara malbata xwe pê bike. Her wiha di dema komkirina wan de em gundî hemû bi hev re dibin alîkar û bi awayê komunal rojê fistikên malekê diçin."   'Li gundan jiyan xweştir e'   Jina bi navê Gulîstan Mistefa li ser xwedîkirin û berhema fistikan axivî û wiha got: " Hemû cureyên çandiniyê li gundê me tên kirin. Ji ber ku li gundan şêwayê jiyanê hîn hevbeştir û komînal e. Di hin deman de em genim, ceh diçînin û di van mehan de jî em fistikan kom dikin ji xwe di nava darên fistikan de em darên zeytûnan jî diçînin. Fistikên me ji cureyên  Aşûrî ne, ev cure gelekî başe. Cureyê Aşûrî dirêj û hindirê wan dagirtî ye. Li gorî şekilên wan nav li wan hatiye kirin. Cureya Betûlî jî başe û ew jî hinekî glover û hindirê wê dagirtî ye avê kêm vedixwin. Xwedî kirina darên fistikan ji yê zeytûnan rihetir e. Ji ber kêm avê vedixwin. Em salê carekê binkol dikin û zibilê heywanan li binê wan dikin. Lê faydeya wan jî gelek e.  ji xwe her tiştê ku mirov pê re kedê bide ji mirovan re xweş tê û mirov di encama keda xwe de zêdetir ji wan hez dike.”   ‘Li gundan jiyan komunal e’   Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de behsa jiyana gund a komunal kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di gundan de jiyanek hevpar û komunal heye. Di dema komkirina fistik û zeytûnan de em gundî hemû bi hev re dibin alîkar û fistikan kom dikin. Ji xwe dema komkirinê em ji êvarê ve agahî didin hev û roja din serê sibê ji her malekê kesek tê ji bo alîkariya xwediyê daran.  Bi vî awayî gundî hemû bi hev re dibin alîkar û bêyî ku kes pere bide û karkeran bigire her kes bi hev re dibe alîkar û bi wê şêwayê em li hemû zeviyan dixebitin û fêkî ji darên xwe kom dikin. Ji xwe dar yên kîjan malê bin wê rojê xwediyên daran ji kesên ku bûna paleyê  wan re xwarinê çêdike."   Ciwanên gund bi coş alîkariya mezinên xwe dikin   Jinên ciwan yên ku ji bo alîkariya komkirina fistikan hatine gel hev jî wiha behsa jiyana komunal a gund û karbeşiyê kirin.   ciwana bi navê Daliya Mihemed kêfxweşî û kelecana xwe ya dema komkirina fistiqan wiha anî ziman:  "Dema ku êvarê mezinên malê ji me re dibêjin em ê sibê herin fistikan ez bawer nakim ku bibe sibe û ez herim komkirina fistikan. Ji bo min komkirina fistikan gelek xweş e. Ez ne tenê alîkariya dayik û bavê xwe dikim, di gund e darê kê hebin ez bi dilxweşî diçim alîkariya wan jî dikim."   'Ez bi dildarî alîkariyê dikim'   Jina ciwan ya bi navê Diyala Mistefa jî wiha dibêje: "Ez her sal diçim alîkariya gundî û malbatên mirovên me û bi wan re fistik û zeytûnan kom dikim. Dema em diçin komkirina berhemên daran, wê demê em hemû ciwan û gundiyên din li hev kom dibin û bi hev re kar dikin. Wê demê kêfa min gelek tê.  Ji ber em hemû gundî li hev kom dibin û bi hev re rojên xweş derbas dikin. Ez ji ber wê ji komkirina fistiK û zeytûnan pir hez dikim."   'Em çanda xwe diparêzin'   Jina ciwan ya bi navê Hîba Osman ku her sal bi awayekî dildar diçe alîkariya cîranên xwe jî  wiha got:  "Ez jî her sal diçim alîkariya cîran û gundiyan dikim. Ez bi xwe ne ji gundê Berxbatanê me, mala me li gundê Cimoye, lê belê ez gelek caran têm li vî gûndî jî alîkariya gundiyan dikim. Li gel me tişta herî xweş ew e ku dema komkirina tiştan em hemû gundî bi  jin, mêr, zarok û ciwanan re bêyî ku kes ji kesî aciz bibe em bi hev re alîkariya hev dikin û bi hev re jiyanek komunal didin meşandin. Li gundên me hîna jî kes ji xwe re paleyên bi pere nagire û ev jî dibe sedem ku em zêdetir ji hev hez bikin û alîkariya hevdû bikin. Ev çanda me ye û em diparêzin.”