Hilberîna pîşezayê li gorî salên borî kêm bûye 2019-08-16 13:35:32   ENQERE - Li gorî daneyên Hilberîna Pîşesaziyê ya meha hezîrana 2019’an ên TÛIK’î, kêmbûyîna hilberîna pişesaziyê li gorî meha çûyî ji sedî 3,7 zêde bûye. Kêmbûyîna hilberînê bendewariyên heyîn jî derbas kir.    Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), encamên têkildarî Hilberîna Pîşesaziyê ya meha hezîrana 2019’an, aşkere kir. Li gorî daneyan, di meha hezîranê de, hilberîna pîşesaziyê li gorî meha borî ji sedî 3,7 kêm bûye. Li gorî meha gulanê di meha hezîranê ya sala 2019’an, sektora kankerî û kana keviran ji sedî 2,4 zêde bûye, sektora pîşesaziya çêkirinê, ji sedî 4,3 û sektora hilberîn û belavkirina ceyran, gaz, buxar û avhewayê ji sedî 1,3 kêm bûye. Hilberîna pîşezayê li gorî sala par ji sedî 3.0 kêm bûye.