Hêjmara betalan gihaşt 4 milyon û 157 hezar kesan 2019-08-15 15:49:45   ENQERE -  Li gorî rapora TUÎK'ê, li Tirkiye hêjmara betalan gihaşt 4 milyon û 157 hezar kesan.    Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK), rapora betalî û kar ya meha nîsan, gulan û hezîranê bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê, bêyî demsal esas bên girtin, hêjmara betaliyê zêde bû û hêjmara kesên betal gihişt 4 mîlyon û 527 hezar kesan. Rêjeya betaliyê ji sedî 0,2 zêde bû û gihişt ji sedî 14,0'an. Li tevahiya Tirkiyeyê 15 salî û jora 15 salî hêjmara kesên betal di nava salek dawî de  mîlyonek kes zêde bûye. Li gorî raporê di navbera gulana 2018'an heta gulana 2019'an mîlyonek û 21 hezar kesên betal zêde bûne û hêjmara kesên betal gihaştiye 4 milyon û 157 hezar kesan.