‘Her cejina tê em xweziya xwe bi cejna borî tînin’ 2019-08-10 09:02:30   AMED - Vê cejnê hêviya esnafan firotinek zêde û ya gel jî bereketa sofreyê bû. Lê mixabin di herdû kêliyan de jî hêvî bi ser neket. Esnafan gotin, krîza aborî cejin ji me stend.   Her ku diçe krîza aborî bandora xwe liser civakê zêde dike. Krîza aborî ku demeke dirêj e bandora xwe ya neyînî li ser civakê dike, gelan bêhtir dike tengasiyê. Krîza ku berdewam dike bandora xwe li ser dan û stendina  Cejna Qurbanê jî kir.  Şekrokên ku di cejna borî de kîlo bi 15 TL yan bû, di vê cejnê de bi qasî 18 – 19’e TL yan zêde bû. Li Rexmê ku rojek maye ji jnê re, zem destûrê neda ku gel amedekariyên xwe bikin.  Li Suka bi navê “Saglik Ocagi” ya girêdayî  Navçeya Baglarê ya Amedê ku bi qerebalixiya mirovên dan û stendinê dikin tê zanîn me ji Esnaf û kiryaran nêrîn girt. Esnafan anî ziman ku kiryar çawa hatine wisa diçin. Her cejina tê em xweziya xwe bi cejna borî tînin. Aysel Kaya jî gazincên xwe parve kirin û got; “Ne goştê sor, goştê mirîşkê ji me ne stend.”   ‘Her cejina tê em xweziya xwe bi cejna borî tînin’   Esnafa bi navê Zekerya Tuncel a ku demek dirêj li sûka Saglik Ocagî esnafiyê dike ji me re axivî û got; “ Demek dirêje ku kar dikim lê tûcar weke îsal em neketine tengasiyê. Hem kar tune ye û hem jî zam li pey zaman tên. Kiryar jî nikarin bistînin û  tiştên me di destê me de dimînin. Li rexmî ku rojek maye ji cejnê re me jî tu amadekarî nekiriye. Mixabin her cejna tê em xweziya xwe bi cejna borî tînin. Ji bo em debara rojane bikin bi şev û roj em dixebitin, vê carê em ê çawa bikaribin mesrefa cajnê pêşwazî bikin nizanim.”   ‘Ne goştê sor, goştê mirîşkê jî me ne stend’   Welatiya bi navê Aysel Demîr jî bertek nîşanî krîza aborî da û wiha bi lêv kir; “ Her tişt zam bûye. Cejin ji bo me xizanan tûne ye. Em nikarin tişta herî hêsan şekrokên cejnê jî  bistînin û em bahsa qurbaniyan jî ji xwe nakin. wê çawa bikaribin vê cejnê weke cejna Qurbanê bi nav bikin. Ne goştê sor, goştê mirîşkê jî me ne stend. Ger yek bi xêra xwe goşt belav bike em ê jî bixwin. Yan jî ne wekî rojên cejnê wekî rojên ji rêzê em çi peyda bikin em ê wê amade bikin û bixwin. . Bac û zamên dewletê destûrê  nadin ku em serê xwe rakin.”   ‘Li şuna goşt em ê nan û pîvazê amede bikin’   Hazine Yildiz jî li ser Cejna Qurbanê nerazîbûna xwe bi vî awayî parve kir; “ Li gel goşt û şekrokan cil û berg jî hatin zamkirin û em bi zamên ku hatine kirin cejnê pêşwazî dikin. Kincekî ku bi 10 TL ye niha bi 20 TL ye. Em nikarin kirîn û firotinê bikin, ev yek ji me nayê." Hazîne pirsa me ya we ji bo cejnê çi amede kiriye jî wiha bersivand; “ Li şuna goşt em ê nan û pîvazê amade bikin. Lê ew êdî ew jî buha ye.” Hazîne herî dawî got; “Em nikarin îdareya malê bikin. yên ji me xizantir hene ku ew bi topkirina kartonan hewl didin debara xwe bikin. krîzê mala xizanan xira kirîye. Em qet kirîna  goşt xeyal jî nakin. .”