Fîrdevs Çetîn Uysal: Çavkaniya pirsgirêkan polîtîkaya tenduristiyê ye 2019-07-21 09:13:06   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Rêveberiya Odeya Tabîban a Tirk Fîrdevs Çetîn Uysal diyar kir ku sedema zêdebûna şîdeta di tenduristiyê de polîtîkayên tenduristiyê ne lê nexweş û xizmên nexweşan hemû berpirsyariyê bi doktoran re dibînin û wiha got: “Welatî me wek aliyê din dinirxînin. Lê em heman alî ne. Em ji bo wan têdikoşin. Ew jî piştgiriyê bidin me wê ev hewldan encamê bidin.”   Endama Rêveberiya Odeya Tabîban a Tirk Fîrdevs Çetîn Uysal da zanîn şîdeta di salên dawî de di qada tenduristiyê de zêde bûne ji ber nêrîna polîtîkayên tendustiyê pêk bê û wiha got: “Rêzkariya li hember xebatkarên tenduristiyê kêm dibe. Li nexweşxaneyên taybet piştgiriya dewletê zêde bûye, nexweşxaneyên dewletê jî wek yên taybet bûne bi pere û ev jî ji bo her kesî neyînî ye. Divê bê dîtin ku nexweş û xizmên nexweşan li heman alî ne. Ew tevlî têkoşîna me bibin em ê bi ser kevin.”   ‘Hewcedarî bi xebatkarên tenduristiyê hene’   Fîrdevsê bi lêv kir ku sedema şîdeta di tenduristiyê de bi yek sedemê ne bi sînor e û got pirsgirêka esas qelsbûna binesaziyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xizmetên tenduristiyê bi hekîm sînor nîne. Xizmetek giştiye. Divê xebatkarên tendruristiyê yên alîkar zêde bibin. Dema mirov li ewropa û cîhanê dinêrin hejmara doktor û personelan wek hev in. Lê divê ya personelan sê carê doktoran be. Avahiyên nexweşxaneyan pir kevn in. Hejmara nivînan kêm e. Di odeya yek kesî de 4 kes dimînin. Bi şev di serwîsa mezin de hemşîreyek nobedar e. Ev jî mirovan bêzar dike. Otoparq qels in. Nexweş û xizmên wan hîna xwe nagihînin doktor bêzar dibin. Hêrsa vê jî ji doktor derdixin. Şaşiya me xebatkarên tenduristiyê ya girîng ev e ku em helwesta xwe nîşan nadin.”   ‘Bi dîtina me ya ku em li heman alîne, wê serkeftin pêk bê’   Fîrdevsê her wiha destnîşan kir ku di encama polîtîkayên tenduristiyê yên ketine tengasiyê de wê pirsgirêk derkevin holê û got: “Xuyaye ku nexweşxaneyên dewletê jî wek yên taybet bişuxulin. Niha bi sînor e lê pêş dixînin. Dema welatî vê ferq bikin wê dereng be. Em bi vê re têdikoşin. Welatî me li alî din dibînin lê em li heman alî ne. Em ji bo wan têdikoşin. Ger ew piştgiriyê bidin wê encam bê girtin.”