Jinên li Kadîfekaleyê dest bi firotina hilberînên xwe kirin 2019-07-20 14:37:55   ÎZMÎR - 90 jinên li Kadîfekale li hev kombûn, “Bazara Hilberînê ya Pagos” a ji 24 kooperatîfên pêşketinên candinî û 12 kooperatîfên jinên hilberîner pêk tê, avakirin.    90 jinên li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê li hev kombûn, “Bazara Hilberînê ya Pagos” a ji 24 kooperatîfên pêşketinên candinî û 12 kooperatîfên jinên hilberîner pêk tê, avakirin û îro dest bi fortina hilberînan kirin. Serokê Şaredariya Bajêr Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer, Parlamenterên CHP’ê yên Îzmîrê Kamil Okyay Sindir, Tacettîn Bayir, Kanî Beko û serokên şaredariyên navçeyan beşdarî vekirina bazarê bûn.     Serokê Şaredariyê, axaftina vekirinê ya bazarê kir û got: “Bi taybetî dê li vê bazarê hilberînên jinan bên firotin. Qadên jiyanê yên ku jin tê de cihê xwe negirin, kêm dimînin. Îro li welatê me rolê pêşengiya jinan tê pişt guhkirin. Civaka ku rola jinê tê de tunebe, ew civaka mehkumê parçebûnê ye. Em ê hilberînên jinan bibin malên xwe. Her tişt dê pir xweşik be.”    Piştî axaftinê bazar hat vekirin û dê di bazarê de penîr, hingiv, zeytûn, zerzewat, fêkî û hilberînên mîna van bên firotin.