Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin qerta xwe ya meaş da kooperatîfa jinê 2019-07-16 11:42:38   MÊRDÎN - Ji bo îstihdama jinê bê avakirin Kooperatîfa Jinê ya Sarya li Şemrexê hatibû avakirin. Têkildarî mijarê de Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin axivî. Nalanê got:"Em vê xebata xwe ya kooparatîfê li hemû erdên Şemrexê bikin. Em ê sînorên xebatê berfireh bikin."   Di 2016'an de qayyim tayinî Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê hatibû kirin û di 31'ê Adarê de şaredarî ji aliyê HDP'ê ve paşve hatibû girtin. Di serdema qayyim de derbarê jinê de tu xebat nehat kirin. Di nava sê salan de ji bo jinan tu budçe nehat veqetandin. Hevserokên HDP'ê yên ku şaredarî paşve girtin di destpêkê de projeyên ji bo pêşketina  aboriya jinan kirin meriyetê. Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin a ku bi taybet pêşxistina jinê ya di warê aborî de armanca dike giranî da ser xebatên kooperatîfê. Projeya yekem a Nalanê ji bo îstihdama jinê bê avakirin Kooperatîfa Jinê ya Sarya ye. Bi budçeya ku 3 jinî ava kir kooperatîfê li 30 sî donim erd fasûleyên kesk çand. Nalanê diyar kir ku ew ê vê yekê li hemû gundan belav bikin. Her wiha Nalanê qerta xwe ya meaş da kooperatîfa jinê û diyar kir ku ew ê bi keda destên xwe û bi xwedêna eniya xwe kooperatîfa xwe mezin bikin.    'Berhemên ku me bi dest xistiye em ê bifiroşin'   Nalanê diyar kir ku ew ê ji berhemên didin hevdu ava firingiya, rîçal, tirşîyê çê bikin û bazarekê ava bikin û wiha got:"Em ê van xebatên xwe li hemû derê belav bikin. Ji bo em li hemû erdên Şemrexê vê yekê bikin niha em di nava hewldanê de ne. Em ê keda jinê dîtbar bikin. Em ê berhemên ku tê hevdan bifiroşin."   Hevserok Nalan Ozaydin qerta xwe ya meaş ji bo xebatên kooperatîfê da   Nalanê wiha dewam kir:"Werim em hemû bibin yek û em bi keda destên xwe biafirînin. Heta ku em derkevin derveyî bajêr an jî li mala xwe rûnên em dest bidin hevdu tiştan biafirînin. Ax ji bo me jinan gelek girîng e. Çawa dayikên me li ser vê axê hinek tişt afirandin em jî dikarin biafirînin. Em ê wekî kooperatîf rîçal û tirşiya xwe bi xwe çê bikin. Me ne ji şaredariyê ne jî ji derek din budçe girt. Me bi destên xwe ev xebat kir. Min qarta xwe ya meaş ji bo salekê da kooperatîfa jinê. Em ê bi keda destên xwe û bi xwedêna eniya xwe kooperatîfa xwe mezin bikin. "   'Armanca me ew e ku em îstihdama jinê ava bikin'   Jina bi navê Hamdiye Kapçak a ku di nava xebatên kooperatîfê cihê xwe digire wiha got:"Dema hîn nû em çûn ser erd erd vala û zuha bû lê îro gelek cudahî heye. Axê beramberî keda me da. Me bi 3 jinan dest bi xebatê kir lê niha em bi 8 jinî rêya xwe didomînin. Em ê di rojên pêşiyê de kooperatîfê mezin bikin. Armanca me ew e ku em îstihdama jinê ava bikin."   'Armanca me ew e ku em bi sedan jinan vê xebatê bimeşînin'   Endama Meclîsa Şemrexê Fehime Hamarat jî wiha got:"Em dema ku dixebitin di heman demê de em têkiliyek germ jî di navbera xwe de ava dikin. Em ê bi saya vê xebatê xwe bi hêztir bikin. Ji xeynî tirşî û rîçal tirîyê Mêrdînê navdar e. Di dem masereyan de em ê dims, bastêx jî çê bikin. Niha em 8 jin in lê armanca me ew e ku em bi sedan jinan vê xebatê bimeşînin. Em biçin ku derê em ê ji jinan re qala xebatên xwe bikin. Berê em diçûn li bajarên cuda dixebitîn lê niha em li ba malbata xwe û li bajarê xwe dixebitin."