‘Her jina dixebite hinek din van tabuyan dişkînin’ 2019-07-16 09:11:38   AMED - Hulya Karataş ya li Mala Manti dixebite, diyar kir ku divê jin li dijî zehmetiyan bêdeng nemînin û wiha got: “Her jina dixebite hinek din pêşdarazan dişkînin. Malbata min ya ewil li pêş min bû asteng niha bi xweşbînî li xwişk û birayên min dinêrin. Ev ji bo min serbilindiyeke.”   Mala Manti li taxa ofîs a Amedê ye. Dukaneke biçûke. Du kedkarên ku bi KHK’ê hatine îxrackirin ev der vekirine û 3 jin bi awayekî kolektîf dixebitin. Yek ji van jinan jî Hulya Karataş e û 3 sale li vir dixebite.   ‘Gelek caran mobîng pêk hat’   Hulyayê bi lêv kir ku ji ber dixebite gelek kêfxweş e û got ew li ser piyên xwe disekine û li hember tu kesî hewcedar nîne û wiha pê de çû: “Ji 12 saliya xwe de dixebitim. Em berê li Stenbolê bûn. 5-6 salî bûm em çûn wir. Malbata min ewil nehişt ez bixebitim. Di tekstîl û kafeyan de xebitîm. Piştre em hatin Amedê. Li vir jî min xebata xwe berdewam kir. Di nav gelek salan de mobîng pêk hat. Em hatin binpêkirin. Ez di cihekî bi navê ‘Açilim Giyim’ de xebitîm. Lê keda me hat binpêkirin. Gelek hevalên min doz vekirin. Doz hîna didomin.”   ‘Krîza aborî bandor li me kir’   Hulyayê bi lêv kir ku Mala Manti ewil wek îmalatxaneyê li Qada Şêx Seîd hatiye vekirin û wiha got: “Piştre ev dukan hat vekirin. Em 3 jin dixebitin. Em saet di 9’an de vedikin.Em êvarê saet di 5 û 6’an de digirin. Em sê jin çêdikin. Em hevîrê xwe vedikin. Hundirê wan tije dikin. Em piştre pakêt dikin û dikin dolabê. Em bi muşteriyan re eleqeder dibin. Ji xebata jinan gelek kêfxweş in. Em manti li ber çavên wan çêdikin. Ji ber vê em kêfxweş in.”   ‘Bi jinan re xebat cudahiyeke’   Hulyayê destnîşan kir ku bi xebatkaran re wek malbat in û ev tişt vegot: “Bi jinan re xebat cudahiyeke. Hawira me gelek rehet e. Berê ji bo jin nexebitin zextên cidî dihatin kirin. Lê em jin vê dişkînin. Her jina dixebite hinek din pêşdarazan dişkînin. Malbata min niha bi xweşbînî nêz dibe. Ev ji bo min serbilindî ye. Ez pereyê xwe qezenc dikim. Ez hewcedarê tu kesî nebûme.”