'Ji bo em her dem li ser piyên xwe bimînin aborî pêwistiyek girîng e' 2019-07-16 09:07:48   Ronahî Nûda - Rojda Seyîtxan   QAMIŞLO - Saziya Aboriya Jinê li Qamişloyê projeya 'Lavîn' a dikana cilan ji bo pêwîstiyên tevahî jinan vekir. Endama Aboriya Jinê Şêrîn Emîn derbarê xebatên xwe de destnîşan kir ku jin bi aboriyê vedigere dîroka xwe, xwediyê xwe û keda xwe derdikeve û got:"Geşkirina aboriyê dibe sedema gelek pêşxistinan ên ber bi çav. Ji bo em her dem li ser piyên xwe bimînin aborî pêwistiyek girîng e."   Saziya Aboriya Jinê ya bajarê Qamişloyê projeya 'Lavîn' ya dikana cilan ji bo pêwîstiyên tevahî jinan kir meriyetê. Dikana Lavîn ev 2 mehe dest bi karê xwe kiriye û rojane jinan bi hemû temenê xwe pêşwazî dike û pêwistiya wan bi cih tîne. Di dikana Lavîn de 2 jin dixebitin. Ji bo jin aboriya xwe geş bikin, derfetek girîng e. Têkîldarî xebatê projeya 'Lavîn' Endama Saziya Aboriya Jinê Şêrîn Emîn nêrînên xwe parve kir. Şêrînê wiha got:"Ji bo aboriya jinê pêş bikeve em her dem xebatên xwe dikin. Bi van xebatana em dixwazin hem aboriya jinê hem jî ya civakê pêş bikeve."   'Em dixwazin bi vê projeyê aboriyê pêştir bixin'   Şêrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dema Neolotikê û wiha got: "Saziya Aboriya jinê ji bo hemû jinan derfet ava kir. Bi projeya Lavîn bandorek erênî li ser aboriyê hat kirin.  Di dema Neolotîkê de jin di qada aboriyê de gelek pêş ketibûn. Aboriya jinê niha ji destê jinê hatiye derxistin. Em dixwazin vegerin Neolotîkê û aborî bi destên jinê geştir bibe."   'Projeya Lavîn bi destên jinan tê pêşxistin'   Şêrîn di berdewamiya axaftina xwe de qala dirûtina cilan kir û wiha domand:"Projeya Lavîn ji berhemên Aboriya jinê ava bûye. Beriya ev pirojeya Lavîn bê avakirin, di dirûnxaneyê de gelek ked ji aliyên jinan ve hat dayîn. Bi saya keda jinan niha ev proje tê birêvebirin."   'Lavîn keda destê jinê ya hevpar e'   Şêrîn diyar kir ku dikana Lavîn pêwistiya jinan pêk tîne û wiha dewam kir: "Ev proje ya bi navê Lavîn li Qamişlo, Dirbesiyê û Dêrîkê jî hatiye avakirin. Em dixwazin hemû jin di qada aboriyê de xwe pêş bixin. Çimkî dema ku di qada aboriyê de pêşketin çê bibe dê di her qadê de pêşketin çê bibe."   ' Ji ber em dixwazin jin vegere dîroka xwe em her hewl didin'    Şêrîn teqez kir ku jin niha her tiştî bi xwe diafrîne û wiha pê de çû: "Di dikana jinan de du kes kar dikin. Armanca me ya sereke pêşketina jinan a di aboriyê de ye. Ji ber em dixwazin jin vegere dîroka xwe em her hewl didin. Jin êdî berhemê xwe dikare pêşkêşî civakê bike. Jin niha her tiştî bi xwe diafirîne û me bi vê projeyê jî keda jinê ya afrîner derxist holê."    'Em dixwazin hemû jin di qada aboriyê de xwe pêş bixin'   Şêrîn diyar kir ku dema berpirsiyara dikanan jin bin jinên ku tên bi rehetî cilan dikirin û wiha berdewam kir: "Kesên ku divê di dikana jinan de kar bike bi xwe jin in. Bi vê wesileyê armanc ne tenê firotina cilan e. Armanc ew e ku jin xwe pêş bixin. Em dixwazin hemû jin di qada aboriyê de xwe pêş bixin. Cilên ku em didûrin li gor xwesteka jinan didûrin û pêşkêşî wan dikin."    'Aboriya jinê bila di nav civakê de zêdetir pêş bikeve'   Şêrîn herî dawî wiha got: "Em her  Aboriya Jinê di nav civakê de zêdetir pêş dixin. Em ê ji bo pêşketina jinan her dem bixebitin û xwediyê keda xwe derkevin. Geşkirina aboriyê dibe sedema gelek pêşxistinan ên ber bi çav. Ji bo em her dem li ser piyên xwe bimînin aborî pêwistiyek girîng e."