'Jin bi xebatê bi hêztir dibe' 2019-07-16 09:02:47   Rojda Seyîdxan   QAMIŞLO - Jina ku bi keda destên xwe debara xwe dike û li ser piyê xwe disekine anî ziman ku jin bi xebatê bi hêztir dibe. Jina bi navê Rîham Keko ya ku li Dikana bi navê Hêlîn dixebite bi lêv kir ku dema ew dixebite xwe baştir hês dike û wiha got:"Li Rojavayê Kurdistanê jinê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad gelek mafê xwe bi dest xistin. Niha em jî wekî jin hewl didin ku bi saya xebatê gelek mafên xwe bi dest bixin. Çimkî dema ku di warê aboriyê de em li ser piyan nesekinin em ê nikaribin têkoşîna xwe mezin bikin."   Ev du sal in dikana bi navê Hêlîn ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Qamişloyê hatiye vekirin. Gelek cureyên alavan bi destên jinan tên çêkirin û li Dikana Hêlîn tên firotin. Gerdane, kulîlk, pêlîstokên zarokan, alavên xemlê, guldank, find, awêne ji aliyên jinan tên çêkirin û li Dikana Hêlînê tên firotin. Têkildarî mijarê de jina bi navê Rîham Keko axivî. Rîhamê got:"Jin bi saya keda destan baweriya xwe zêde dikin. Bi zêdebûyina baweriyê jin çalaktir û bi hêztir dibin. Loma keda destên jinê taybet e û divê hemû civak xwedî lê derkeve."   'Ji ber zihniyeta baviksalarî pêşketina jinê her hat astengkirin'   Rîhamê diyar kir ku di destpêkê de wan zehmetî kişandine lê dîsa jî li berxwe dane û wiha got:"Di destpêkê de kesî zêde dikana bi navê Hêlîn nas nedikir. Loma karê firotinê jî kêm bû. Ev zehmet bû. Piştî ku em derbasî sala xwe ya duyemîn bû, êdî gel berê xwe da Dikana Hêlînê. Em ji saetên serê sibehê tên heta saet duduyan dixebitin û piştre em dîsa saet di çaran de dest pê dikin heta heştên êvarî dikan vekirî dimîne. Jin her dem bi heman rengî tên çewisandin. Ji ber zihniyeta baviksalarî pêşketina jinê her hat astengkirin. Lê jin tevî vê yekê her dem li berxwe dide û ev ê dewam bike."   'Jin bi xebatê bi hêztir dibe'   Rîham di dawiya axaftin xwe dewiha got: "Niha karê me serkeftî derbas dibe û ev yek jî me bextewar dike. Daxwaza min ew e ku hemû jin di qada xebatê de xwe pêş bixin. Çimkî jin ancax bi hêz û îradeya xwe mafê xwe bi dest bixin. Li Rojavayê Kurdistanê jinê Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad gelek mafê xwe bi dest xistin. Niha em jî wekî jin hewl didin ku bi saya xebatê gelek mafên xwe bi dest bixin. Çimkî dema ku di warê aboriyê de em li ser piyan nesekinin em ê nikaribin têkoşîna xwe mezin bikin. Jin bi saya keda destan baweriya xwe zêde dikin. Bi zêdebûyina baweriyê jin çalaktir û bi hêztir dibin. Loma keda destên jinê taybet e û divê hemû civak xwedî lê derkeve."