Delal karê tamîra maşîneyan dike: Ji bo serkeftinê tenê xwestin bes e 2019-07-14 09:02:52   AMED - Delal Uruç ku karê tamîra maşîneyan dike xeyala xwe ya zarokatiyê bi cîh anî. Delal got ku ji bo hêza ku hatî veşartin derkeve holê, tenê xwestin bes e û wiha axivî: "Dixwazim cihekî tenê jin te de dixebitin vekim."   Delal Uruç, li Amedê Dibistana Amedehiya Pîşeyê ya Burhanettîn Yildiz qedand. Delal, piştî dibistan qedan li kargeheke otomotîvê 3 salan di beşa maşîneyên bi motor de stajeriyê kir. Delal li vir bi awayekî fermî di beşa teknîkê de karê xwe berdewam kir. Delal hêj 19 salî ye û xebateke jêhatî dide meşandin. Delal ji ajansa me re qala xebatên xwe û xeyalên xwe kir.    'Min meraqa xwe bi ser xist'   Xeyala Delalê ya herî mezin ew bû ku karê tamîra maşîneyan bike. Ew ji berê de bi motoran re eleqeder dibû. Ji bo xeyala xwe pêk bîne dest bi dibistana amedeyî ya pîşeyî kir. Delalê anî ziman ku ew di zarokatiya xwe de modelên maşîneyan bi tevahî dizanî û wê ji dûr ve kîjan çi maşîneye ferq dikir û wiha got: “ Min di zarokatiya xwe de motorên cuda cuda tamîr dirin. Maşîne û motor pir bala min dikişand. Ev ji bo min bû meraqeke mezin û min meraqa xwe bi ser xist."   'Ez dixwazim cihekî tenê jin tede dixebetin vekim'    Delalê, destnîşan kir ku derdor û malbat ecêb diman lê pişgiriyeke xurt ji dan Delalê. Delalê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbat û derdora min eleqeya min ya vî karî ferq dikirin. Dema kiryaran maşîneyên xwe dianîn, li hemberî min gelek matmayî diman û ji ber ku ez jinek ciwan bûm. Lê kêyfxweşiya xwe jî dianîn ziman. Kiryar êdî li hemberî min nêzîkatiyeke baş nîşan didan. Ez dixwazim cihekî taybet vekim û li vir bi xebatkarên jin re bixebitim. Li cihê xwe teknîsyenên jin perwerde bikim.”   ‘Ji bo serkeftinê tenê xwestin bes e'    Delalê balkişand li ser kargeha têde dixebite û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ez jin bûm gelek balê dikişand, lê niha jî ez bi jêhatbûna xwe ya kar balê dikişînim ser xwe. Ez niha pir dilşadim û min ev encam bi dest xist. Em û mêr wekî raqîb ji nayên dîtin. Jin dikarin her karî bi awayekî serkeftî bi rêve bibin. Ji bo hêza ku hatî veşartin derkeve holê tenê xwestin bes e. Jin afrîner û keşifkarên yekemîn e. Her wiha ji bo serkeftinê tenê xwestin bes e.”