Li Îdirê demsala çêkirina rîçalên mişmişan 2019-07-13 09:03:16   Zeynep Durgut   ÎDİR - Her sal hatina demsala havînê jin mişmişên herî bi tam kom dikin û jê rîçalên herî xweş çêdikin. Der barê çêkirina rîçalê mişmişan hilbirîner Nurcan Paran axivî.    Bajarê Îdirê bi mişmişên xwe yên herî bi tam bi nav û deng e. Gelê Îdirê ji çêkirina rîçal heta ku dendikê mişmişan sûd digire. Îsal mişmişan bi bereketa xwe kêfa hilbirînera anî. Her sal li gel hatina demsala havînê û çêbûna mişmişan jin li baxçeyên mişmişan mişmişên herî bi tam kom dikin û jê rîçalên herî bi tam çêdikin. Nurcan Paran a ku  li bajarokê Xoşhaberê dijî bi salane hem bi hilbîrîna mişmişan hem jî bi çêkirina rîçalên mişmişan debara xwe dike taybetmendî û çêkirina rîçalê mişmişan vegot.    ‘Ev demsala rîçalê mişmişan e’   Nûrcanê ast bi ast çêkirina rîçalê mişmişan wiha vegot: Ev demsala demsala komkirin û çêkirina rîçalê mişmişan e. Ji bo çêkirina mişmişan divê mişmişên şirîn bên tercîhkirin. Em di asta yekem de mişmişên xwe kom dikin. Pişt re em qasî seatekê di nav kirecê de dihêlin. Pişt re gava me mişmişên xwe kirin mencelê em şekir diavêjin ser. Pişt re ev qasî seatekê ser agir dimîne û pişt re gava şekirê wê baş hişk bû em mencelê datînin erdê. Li erdê baş dicemide û pişt re em dikin kavanozan. Em di demsala payîzê de rîçala xox û bacanreşan çêdikin. Çêkirina rîçalê ne karekî ji rêzê ye. Ked û sebir dixwaze. Ez hem bi çandinê re eleqeder dibim hem jî bi çêkirina rîçalê mişmişan ji aboriya malê re dibim piştgirî. Ji her bajaran muşteriyên min hene. Xaka me pir berhemdar e. Lê kesek ji vê axê sud nagire. Divê jinan teşwîqî hilbirînê bikin. Ez  bawer im ku çar jin bên cem hevdû dikarin her tiştekî jî bikin.”    ‘Ax her tiştekî dide me em nizanin hilbirînê bikin’   Nûrcanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi çêkirina rîçalê mişmişan pir kêfxweş dibe û wiha dom kir;” Mirov kîjan sebze û fêkî bixwaze li Îdirê çêdibe. Berê de digotin bindeq çênabin, êdî ew ji çêdibin. Ev ax her tiştekî dide me ew hêza wê heye lê em tiştekî nakin. Li vir jin bi çêkirina rîçalên fêkîyan debara xwe dikin. Li bajarê me mirov pir zêde dixebitin lê keda wan nayê dîtin. Şaredarî dikare li vir kooperatîfên rîçalan veke. Li her derê Tirkiyeyê ji bo rîçal sîparîş hene, lê mixabin em nikarin li bajarê xwe bifiroşin. Mirov gelek qerase bûne. Êdî nikarin hilbirînin. Ez her cureyek rîçal dizanim çêkim. Bi çêkirina wê jî ez pir kêyfxweş dibim. Ji ber ku hem wexta mirov dibe mirov bi çandinê hem jî mirov keda destê xwe dibîne. Ev aramiyê dide min û ji ber wê jî ez kêfxweş dibim.”    ‘Em bi hev re hilbirînîn û bi hev re bijîn’   Nûrcanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi hilbirînê re eleqeder bibin û wiha pê de çû;” Bi çandin û hilbirînê re mirov eleqeder bibe bi rastî jî di  warê derûnî de ji mirov xwe pir baş hîs dike. Hilbirîn jiyan e. Ji ber ku dermanê ku herî zêde ji derûniya mirov re baş tê xwezaye. Divê jinan teşwîqî hilbirînê bên kirin û hilbirîn pêşve biçe. Ez bang li jinan dikim xwe bibînin. Em bi hev re hilbirînîn û bi hev re bijîn.”