'Jin hewl didin ku aboriya xwe ya xweser pêş bixin' 2019-07-13 09:01:25   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jina ku debara xwe bi çandina kemûnê diker diyar kir ku ji bo aboriya mirov geş bibe xebat xwedî wateyek girîng e. Jina bi navê Fatma Hicus a ji Gundê Bedîhê yê Çiyayê Kizwanan û bi çandina Kemûnê debara xwe dike  got: "Kemûn dermanê nexweşiyan e. Ji ber ku ez kemûnê diçînim û di heman demê de fêda min di qada tenduristiyê de li mirovan tê ez gelek kêfxweş im."   Dema ku mirov dayikên ku li gundan dijîn hêz û îradeya wan a têkoşîna hember hemû cûreyên zehmetiyên jiyanê dibîne, mirov dihizire û dibêje gelo ev dayikên ku barê mal û zarokan hilgirtiye, ev hêz û îradeya xwe ji ku tînin? Jiyan li gundan zindî ye, dayikên gundan ji tunebûnê hebûnê diafirîne, hember polîtîkayên pişaftina çand, nasname û dîroka wan a bi hezarê salan dayik û bavê wan gihandiye vê astê, diparêzin.  Di demên berê de nexweşxane, dermangeh û bijîşk tunebûn ango rêjeya wan pir kêm bû, lewra dayikên gundan ên ku ji tecrubeyên xwe ji gihayên xwezayê derman afirandin û pê kesên nexweş derman dikirin, wekî alternatîf hilbijartin. Dayik bijîşk, mamoste, rêvebera malê û civaka xwe ye, jin nîvê civakê ye nîvê din jî perwerde dike, birêve dibe û ji nexweşiyên cur bi cur diparêze.    Fatima Hicus a 40 salî ya ji Gundê Bedîh ê ku 45 km dûrî Navçeya Til Temir e û girêdayî Çiyayê Kizwanan e kemûna ji bo nexweşiyan derman e diçîne.   'Heta ku tov anîn dem derbas bû'   Fatmayê destpêka çandina kemûnê wiha rave dike: "Di destpêkê de me zehmetî di aliyê kirîna tovê kemûnê de kişand, ji ber rewşa me ya aborî lawaz e. Paşê cotkarek hat û got em ê bibin şirîkê hevdu. Lê heta ku me tovê kemûnê li ser erdekî 500 donim reşandin dem çû, lê dîsa jî em bi hêviya ku em hilberîneke baş jê rakin bûn."   'Ji derengmayînê bi ser neket!'   Fatmayê zehmetiyên ku niha tê de derbas dibin wiha dibêje:"Ji ber derengmayînê projeya me ya kemûnê bi ser neket û niha em deyîndarê kedkaran  û terektoran in.  Ji 500 Donim kemûn jê 60k derket. Rast e em xemgîn bûn, lê di sala pêşiya me de em ê di dema wê de biçînin û deyînê kedkar û terektoran bidin."   'Jin bingeha jiyanê ye, jin nebe civak jî nabe'    Fatmayê niha 60k ku ji 500 donimî hatiye paqij dike da ku bifroşe û wiha dom kir: "Nabe ku mirov pesnê xwe bide, lê rastî jî me kedeke mezin da. Jin di her qadên jiyanê de fedekar e, da ku pêşerojeke baş ji zarokên xwe re ava bike têkoşînê dide. Jin bingeha jiyanê ye, jin nebe civak jî nabe."   'Ji ber lehiya ku rabûbû bîrên avê ji xizmetê derketin'   Fatmayê diyar kir ku bîrên gund ji ber lehiya ku rabû ji xizmetê derket û wiha pê de çû:"Niha me şîngahiyên havînê mîna bacan, îsot, xiyar, bexdenûs, reşad û kundir çandiye. Projeya kemûnê bi ser neket, lê wê ya şînkahiyan bi ser bikeve. Em bêtir di aliyê kişandina avê de zehmetiyan dibînin ji ber di dema havînê de jî piraniya bîrên gund ji xizmetê derketin."   'Kemûn dermanê nexweşiyane jî'     Fatmayê daxuyakirin ku kemûn ne tenê ji bo firotinê ye dibe derman jî  û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em ê kemûnê ne tenê bifroşin, kemûn dermane û hem jî di xwarinê de tê bikaranîn û bêhneke xweş dide xwerinê."    'Jin hewl didin ku aboriya xwe ya xweser ava bikin û pêş bixin'   Fatmayê bal kişand ser pêşxistina aboriya xweser  û wiha bi dawî kir: "Jin ji dîrokê ve xwedî kedek pir mezin e, her çiqas zanebûna wê ji aliyê mêr ve hatibe dizîn jî, lê hewldanê wê a vegerandina wê zanebûnê, heta vê kêliyê jî ranewestiyaye. Jin di aliyê pêşxistina çandiniyê de hewl dide ku aboriyeke xwe ya xweser bêyî ku pêwîstiya wê bi mêr hebe, ava bike û ji jinên din re bibin pêşeng. Ez vê hewldana jinan pir bi nirx dibînim."