Li dijî zema nû bertek:Gel ji xizaniyê bêzar bûye, hikûmet jî ker û lal e 2019-07-06 09:06:44   MERSÎN - Jinan diyar kirin ku piştî hilbijartinan zema ji bo motorîn, çay, şekir û xurekên din hatine kirin, ew bêzar kirine û nikarin biçin bazar û manavan. Jinan wiha gotin: “Gel ji ber xizaniyê têk çûye. Hikûmet jî ker û lal e.”   Piştî hilbijartina 23’ê Hezîranê şûnde ji bo çayê ji sedî 15, ji bo şekir ji sedî 16 zem hat kirin. Zema ji bo xurekên sereke yên tên bikaranîn, hatiye kirin, gel bêzar kir. Aborîst jî diyar dikin ku wê zem hîn bêtir zêde bibin.   ‘Kes nikare debara xwe bike’   Jina bi navê Sevda Havuzoglu diyar kir ku ji bo zema roj bi roj tê kirin nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin û wiha pê de çû: “Ma gelo ka em dikarin tiştekî bigirin? Berê me 5 kîlo şekir digirt, niha em kîloyekê nikarin bigirin. Me 5 kîlo firingî digirt niha kîloya wê 3 TL ye. Em nikarin kîloyekê bigirin. Roj bi roj zema nû tê kirin. Gel ji xizaniyê têk çûye. Hikûmet jî ker û lal e.”   ‘Em nikarin biçin bazarê, nikarin fatureyên xwe bidin’   Leman Elalmiş jî got bi meaşê teqawîtbûnê ya hevjînê xwe 5 kes debara xwe dikin û wiha pê de çû: “Ji ber zemê em nikarin bi tu awayî debara xwe bikin. Em nikarin fatureyên xwe bidin, em nikarin biçin bazarê. Zem li  mazot, çay û şekir kirin. Meaşê me hezar û 800 TL ye. Çend meh in ez 40 TL kêm maeşa xwe digirim.”   Încî Gozer jî daxuyakirin ku ji ber zema tê kirin, riya manav û bazarê ji bîr kiriye û wiha dawî lê anî: “Jiyan pir zehmet bûye. Em nikarin debara xwe bikin. Bi şev xew nakeve çavê min. Roj heye ez nikarim nan bikirim. Zema tê kirin jî li aliyekî din em bêzar kirine. Ev ne jiyan e. Em çi bêjin ka hûn fêm bikin.”