Ayşe û Sadiye li Cizîrê bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dikin 2019-07-05 09:17:18   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Ayşe Çatikaş û Sadiye Çatikaş ji xwe re kargehek vekirin û dest bi çêkirina nanê sêlê kirin. Li gorî Ayşe û Sadiyeyê, jin dema bixwaze dikare her karî bike, karê ku jin bikin mêr nikare bike û divê jin bi xwe bawer be, li ser lingê xwe bisekine.    Li Cizîra Şirnexê Ayşe Çatikaş û Sadiye Çatikaş ji bo debara mala xwe bikin bi navê Mîzgîn Nanê Selê kargehek vekirin û dest bi çêkirina nanê sêlê kirin. Her du jin li gel krîza aborî û germahiya havînê dîsa li ber xwe didin û çanda kevnar a kurdan li gorî hêza xwe didomînin. Ayşe û Sadiye bi hêza xwe dixwazin li ser piyê xwe bisekinin.    Dayika 5 zarokan Ayşe Çatikaş ji bo debara mala xwe bike 8 meh in di cihê ku nanê sêlê çêdike de dixebite. Ayşeyê wekî jinên din her roj karê malê re mijûl dibû û wiha qala destpêka karê xwe kir: “Ji ber ku rewşa me ya aboriyê nebaşbû min biryarda ku ez dest bi karekî bikim û bixebitim. Ez fikirim ku ez ê çî bikim. Bi taybetî welatiyên Cizîrê gelek hez nanê sêlê dikin û min biryara xwe da. Min dest bi çêkirina nanê sêlê kir. Nêzî salekê ye ez li vir dixebitim."   ‘Çandeke kevnar a kurda ye'   Ayşe, diyar kir ku çêkirina nanê sêlê di çanda xwarinê ya kurdî de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çêkirina nanê sêlê çandeke kevnar a kurda ye. Niha derdor hemû bûye  avahî û hewş tune ye, êdî tu kes nanê sêlê çênake. Ji bo çanda me neyê ji bîrkirin, min dest bi vî karî kir. Welatiyên li vir hez ji nanê firinê nakin. Ez niha debara mala xwe bi firotina nanê sêlê dikim. Her wiha li gorî min nanê sêlê ji bo tendûristiya mirovan jî baştire. Ji ber ku em maya naxin nav hevîrê wê û nan hefteyek bimîne jî tişt pê nayê. Lê nanê firinê newisa ye. Dema mirov ji firinê dikire divê di nava rojê de biqede û heke neqede jî kifikî dibe."   ‘Krîza aborî bandor li me ji kir'    Ayşe, da zanîn ku dema ji xwe re kargeh vekiriye gelekî kêyfxweş bûye û wiha got: "Zehmetiya vî karî heye lê ji ber ku ez karê xwe dikim kêyfa min pir jê re tê. Roja ku ez li malê bim bêhna min diçike û ez dixwazim bixebitim. Ez jî wekî esnafên wî welatî ji krîza aborî bi gazincim. Li gel karê min heye û ez dixebitim jî ji ber krîza aborî zehmetiyan jî dikişînim. Ji ber ku tup û ard buhaye ez zehmetiyan dikişînim. Ez nanê sêlê didim bi 1TL. Lê cihên din jî nan didin 2 TL’yan."   'Di dema zivistanê de li vir 12 jin dixebitin'   Jina bi navê Sadiye Çatikaş jî ji bo debara xwe bike 8 meh in karê pijandina nanê sêlê dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Karê ku em dikin gelek zehmet e. Ji ber ku li Cizîrê hewa germ e û em jî dema li ber agir nan dipijînin ji bo me gelek zehmet dibe. Ji aliyek din jî krîza aborî jî ji bo me pirsgirêk e û em nikarin tiştekî bikirin. Li gel krîza aborî dîsa jî em nanê sêlê difiroşin. Nanê ku em di nav rojê de çêdikin ji bo roja dinê namîne. Zivistinê nêzî 800 û 900 nan dihat firotin. Lê niha ji ber germa havînê em tenê 500 û an jî 600 nan dikarin bifroşîn. Her wiha ji ber ku zivistanê kedkar zêde ne nan zêde tê firotin. Di dema zivistanê de em 12 jin li vir dixebitin, lê niha tenê 8 jin li vir dixebitin. Em nanê ku çêdikin dibin market û malan difiroşin. Her wiha jinên ku bi me re dixebitin em her meh mûçeyên wan didin."   Sadiye di dawiya axaftinê de da zanîn ku dema jin bixwaze dikare her karî bike, karê ku jin dikarin mêr nikare bike û divê jin bi xwe bawer be, li ser lingê xwe bisekine.