Di hezîranê de 124 karker jiyana xwe ji dest dan 2019-07-04 15:53:22   STENBOL- Meclîsa ÎSÎG’ê rapora meha hezîranê ya cînayetên ser kar eşkere kir û li gorî raporê hêrî kêm 124 karker jiyana xwe ji dest dan û di 6 mehên dawiyê de jî herî kêm 840 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) têkildarî meha hezîranê rapora cînayetên ser kar bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di hezîranê de herî kêm 124 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê yekê di 6 mehên salê de jî herî kêm 840 karker dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê ji karkerên di meha hezîranê de jiyana xwe ji dest dane 6 jê zarok in û 17 jê jin û 13 kes jî penaber in.    Rapor diyar dike ku zarokên karker di atolyeyên tekstîlan de jiyana xwe ji dest dide. Di raporê de hat gotin ji van karkerên penaber 6 jê ji Sûriyeyeê, 5 kes ji Afganîstanê, kesek ji Îranê û kesek jî ji Ozbekîstanê bûye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku piştî Rewşa Awarte (OHAL) di cînayetên kar de ji sedî 15 zêdebûn pêk hatiye.