'Ked û xebata hevpar jiyanê xweştir dike' 2019-06-30 09:02:31   Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Hevserên hevdu, Xalîse Îzo û Mihemed Xidir Îzo bi hev re çandiniyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Xalîse û Mihemed derbarê kar û xebatên xwe de gotin:"Ked û xebata hevpar jiyanê xweştir dike. Ya girîng ew e ku jin û mêr bi hev re bixebitin û rihê jiyana hevpar bi hev re şênber bikin."   Li Hesekê Hevserên hevdu, Xalîse Îzo û Mihemed Xidir Îzo bi hev re çandiniyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Xalîse û Mihemed derbarê kar û xebatên xwe de bal kişandin ser jiyana hevpar û wiha gotin:"Dema li qadên jiyanê yên hevpar jin û mêr piştigiriyê bidin hevdu ew ê hilberîn bêtir bibe. Em gelek bextewar in ku piştigiriyê didin hevdu û debara xwe dikin."   'Em saet ji 06.00'ê sibehê heta 19.00'ên êvarî dixebitin'   Xalîseyê behsa karê xwe yê rojane dike û wiha dibêje: "Rojane ez saet di 06:00'ê sibê de şiyar dibim, mala xwe paqij dikim, paşê taştê amade dikim da ku ez û hevjinê xwe bixwin û dest bi karê xwe bikin. Ez zaroka xwe ya yek salî jî têr dikim. Paşê em deriyê mala xwe digirin û diçin nav erdê xwe. Di demsala zivistanê de min û hevjinê xwe piştî nîqaşeke kûr û demdirêj, biryar da ku dest bi projeyekê bikin û bikaribin pê aboriya malê geş bikin. Me bi pereyên xwe yên kom kiribû tovê bexdûnis, nane, xas,  reşad û tevir anî û li erdê 4 donim çand, lê ji ber derengmayîna çandiniyê, ew projeya me bi ser neket, lê me hêviya xwe jî winda nekir."   'Projeya yekem bi ser neket lê ya duyemîn dê bi ser bikeve'   Xalîseyê wiha dewam kir: "Me vê carê got em ê hemû ked û dema xwe bidin projeya çandiya sebzeyên havînê mîna bacan, firingî, xiyar, qitî û kundir, da ku bi ser bikeve. Di navbera mal û erdê me de 3-4 kîlometre hene. Di avdanê de me gelekî zehmetî dikişand loma me ji bîra mala xwe av kişand nava erd."Ji ber guhertina demsalê û rewşa hewayê, kurm ket fêkiyan, paşê me derman anî û li ser wan reşand heya ku kurm xelas bû û baxçeyê me baş bû û niha mezin dibe. Di demek kurt de em ê berhemên baxçeyên xwe bigirin. Dema ku ez û hevjinê xwe bi hev re kar dikin, ez gelek kêfxweş dibim. Dibêjin destek nikare tiştekî bike, lê du dest dê bikaribin gelek tiştan bikin. Divê projeyê de em ji hev re dibin alîkar, ez av didim ew jî gihayên ne baş ji nav erd derdixe. Ked û xebata hevpar jiyanê xweştir dike."   'Xebata bi hev re hilberînê zêdetir dike'   Hevserê Xalîseyê Mihemed Xidir Izo jî wiha dibêje: "Di civakê de zihniyeta ku jin nikare kar bike hîn heye. Lê min ev sînor şikandin û niha ez û hevjîna xwe bi hev re kar dikin û dibin alîkar. Eger ew neba min nedikarî bi tena serê xwe tiştek bikira. Xebata bi hev re hilberînê zêdetir dike. Bi hêviya ku hemû mêr xwe ji vê hişmendiya baviksalarî rizgar bikin."