Fêkî çima diweşin û tedbîrên divê bên girtin 2019-06-28 09:23:17   MÊRSÎN - Dr. Huriye Kara ya xebatên ekosîstemê dimeşîne balkişand ser gelek sedemên weşîna fêkiyên biçûk û diyar kir ku ji bo pêşîgirtinê jî divê rêbazên rast bên tercîhkirin.   Li Mersîn ku depoya fêkiyan a Tirkiyeyê ye, hilberîner bi fikar in. Hilberîner li aliyekî ji ber fêkiyên ku ji baxçe bi 45 kuruşan difiroşin û li bajarên mezin di navbera 3-5 TL de tên firotin bi gazinc in û li aliyê din jî ji ber guherîna hewayî berhem li ser baskê xwe dirize, bê çare mane. Dr. Huriye Kara ya xebata ekosîstemê dimeşîne, sedema weşîna fêkiyên biçûk û tedbîrên divê bên girtin de agahî parve kir.   ‘Jiyana nebatan dişibe ya mirovan’   Huriyeyê destnîşan kir ku weşîna fêkiyên biçûk bi hemû daran re tê dîtin û ev rewş bi taybet di meha Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de tê dîtin. Huriyeyê ev tişt bi lêv kir: "Lî gorî demsal û herêmê darên fêkiyan hewce bi xwedîkirin û avê dibîne. Em dikarin vê rewşê bişînin bebeka nû tê dinê. Yanî demeke xesas a nebat e. Di vê demê de xerabûna hevsengiya avê, xerabûna xwedîbûnê û şaşiyên parastina nebat dibe sedema weşîna fêkiyan. Jiyan nebatan jî dişibe ya mirovan."    Huriyeyê sedema weşîna fêkiyan wiha rêz kir:   *Di dema çêbûna nebatan de fêkî dikare zû biweşe.   *Ji ber bêpergaliya avê dikare biweşe, nikare bê av bimîne.   *Bêpergaliya di xwedîkirina nebatan de dibe sedema weşîna fêkiyên biçûk. Ji ber nebat wê demê ji axê têr xwedî nabe.   *Girêdayî şertên hewayê jî dibe. Li Mêrsînê bi taybet piştî baranan germek dest pê dike. Ev jî hevsengiyê xera dike.   *Dibe ku hemû şert bên cih jî, lê dîsa fêkî dikarin dîsa biweşin.   Huriyeyê di dawiya axaftina xwe de got divê li gorî naskirin û xesasiyeta nebatan rêbaz bên tercîhkirin.