Jinan li Şemrexê kooperatîf ava kirin: Dest bi hilberînê kirin 2019-06-26 09:12:56   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê ku piştî hilbijartinan dest bi projeyên xwe kir, bi jinan re Kooperatîfa Jinan ava kir. Jinan bi butçeya xwe li erdên çandiniyê yên cotkaran bi dildarî danê, dest bi çandiniyê kirin û hedef dikin ku xwe bigihînin sedan jinî.   Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê ji qeyûm hat girtin û li navçeya ku sê salan qeyûm sifir butçe veqetand, niha şaredariya ket destê HDP’ê projeya xwe ya ewil xist jiyanê û Koperatîfa Jinan ava kir. Li erdê 30 donimî fasuleyên şîn hatin çandin. Hevşaredar Nalan Ozaydin da zanîn ku wê kooperatîf xwe bigihîne gelek gund û sedan jinî û got fasuleyên çend meh berê çandine niha şîn bûne.   Nalanê bi lêv kir ku ji bo xebatên kooperatîfê yên di rojên pêş de wê bikin gelek bi kelecan in.   Bi 3 jinan proje hat destpêkirin   Nalanê wiha got: “Cotkarekî 30 donim erd bi dildarî da koperatîfê û me dest bi karê xwe kir. Me der barê projeya koperatîfê de di pêvajoya hilbijartinê de her tim agahî da gel. Piştî hilbijartinan me şaredarî girt û me dîsa dest bi xebatên xwe kir. Me bi sê jinan dest pê kir. Me fasuleyên şîn çandin. Em her roj tên kontrol dikin. Em gelek bi kelecan in. Fasuleyên me şîn bûne. Hejmara me ya 3 jinan dest pê kir roj bi roj zêde dibe. Jinên navçeyê dixwazin bibin parçeyek vê kedê. Me ev bi hev re bi ser xist.”   ‘Em hedef dikin xwe bigihînin sedan jinî’   Nalanê destnîşan kir ku bi vê projeyê hedef dikin ku xwe bigihîn hemû gund û sedan jinî û wiha pê de çû: “Di rojên pêş de em li erdekî din îsota turşiyê diçînin. 7 gund û 100 donim erdê ku em lê xebatê dikin hene. Cotkarên navçeya me bê pere ev erd dan kooperatîfa jinan. Me ji bo vê dest bi kar û barê fermî kir. Pereyê em qezenc bikin jî em ê bidin van erdan. Me bi pereyên mezin dest bi vî karî nekir. Bila kes koperatîfbûnê li ber çavan mezin neke. Me bi butçeyek biçûk dest bi vî karî kir. Ji bo berheman jî em ê du bazaran ava bikin. Em ê berhemên xwe li wir bifroşin. Bi pereyê em ji van berheman digirin, em ê qada îstîhdama jinê pêk bînin û di perwerdeya jinên ciwan de bi kar bînin.   ‘Em ê dest bidin hev û bixebitin’   Hamdiye Kapçak a di kooperatîfê de cih digire got ji bo vê projeyê ji duh de amade bûne û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber vê hemû jin bi kelecan li bende vê bûn. Di pêvajoya hilbijartinê de ev di nav projeyên me de bûn. Em ê Şemrexê bi xebatên jinan biguherin bajarên jinan. Me wisa biryara vê kooperatîfê da.”