Darên gilyazan li Mêrdînê wek berê berhem nadin 2019-06-22 09:16:27   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hatina havînê re li baxçeyan gilyaz gihaştin û li bazar û ser riyan cihên xwe li ser tezgahan girtin. Lê îsal ji ber şiliyê darên gilyazan kêm berhem da. Jinên kedkar diyar kirin ku îsal ji ber berhemê wan kêm e, beramberê keda xwe negirtine.   Li deşta Mêrdînê bi hatina mehên havînê re sezona fêkî jî dest pê kir. Gilyazên Mêrdînê li ser tezgahan û bazaran cihên xwe girtin. Fêkiya ku hema hem ali hemû baxçeyan digihêje, ji bo malbatan jî dibe çavkaniya xwarin û debarê. Lê îsal ji ber şiliyê berhem kêm e. Hat diyarkirin ku gelek daran fêkî nedaye û an jî fêkiyên gihaştine jî xerabûyî ne.   Li ser riya Stewrê, li cihekî bi navê Zinar, li baxçeyê gilyazan jin dixebitin. Jinan diyar kirin ku seranserê rojê dixebitin lê gilyaz beramberê keda wan nadin û hatina ji gilyazan gelek kêm bûye.   ‘Îsal berhem zêde tune ye’   Jina bi navê Mulkiye Admiş ku yek ji jinên gilyazan kom dike wiha got: “Dar xwe bixwe mezin dibin. Lê lênerîn û avdana wan heye. Piştî barana dibare em dawiya bihar û destpêka havînê kom dikin. Îsal berhem zêde tune ye. Piranî gilyaz xera bûn. Ji ber baranê me cot nekirin. Ji ber vê berhem kêm bûn. Em van kom dikin û difiroşin. Em dişînin bajarên din. Gilyazên me xweş in. Gelek kes mehên biharê de tên vir ji bo gilyazan.”   ‘EM beramberê keda xwe nagirin’   Yuksel Cirik jî bal kişand ser şert û mercên xebatan û wiha pê de çû: “Bi sedan darên gilyazan hene. Em bi rojan kom dikin. Em sibehê saet di 06.00’an de tên û êvarî heta 19.00’an kom dikin. Kar zehmet e. Lê îsal berhem kêm e û em beramberê keda xwe nagirin.”   Mizgîn Admiş jî bal kişand ser qelsbûna berhem û wiha got: “Dema zêde bin em sindoqan difiroşin. Yên dimînin jî em dibin malên xwe. Yên dikirin jî cuda bi kar tînin. Dikin reçel, ava fêkiyan û her weke din çêdikin. Ji bilî yên sor, yên zer jî hene. Lê îsal berhem ji ber barana barî kêm e. Me îsal erdên xwe baş cot nekirin.”