'Em bi karê çandiniyê vedigerin dîroka xwe û me bi kedê xwe nas kiriye' 2019-06-20 09:01:54   QAMIŞLO - Jinên Kooperatîfa Çandiniyê li yên Kantona Qamişloyê xebatên çandiniyê didin meşandin gotin: "Em bi karê çandiniyê vedigerin dîroka xwe û me bi kedê xwe nas kiriye."   Li Kantona Qamişloyê jin bi kar û xebatên çandiniyê ve mijûl dibin. Di kooperatîfa çandiyinê ya gundê Navkorê 63 jin cih digirin û 1800 donim erd çandine. Erdê wan nêvî genim û nêvî jî nîsk e. Jinên kooperatîfê ji ajansa me re axivîn û xebatên çandiniyê xwe parve kirin.   'Em bi karê çandiniyê re vedigerin dîrok û çanda xwezayî'    Endama Kooperatifa Aboriya Jinê Emel Yûsif Xelîl wiha got: "Em îro bi saya xebatên çandiniyê hatine ser erdê xwe û çandiniyê dikin. Çandinî ji xwe karê jinê ye ji dîrokê ve û îro jin dîroka xwe zindî dike. Em bi vî karî gelek kêfxweş in. Wek Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje 'karê aboriyê pêwist e bi destê jinan bê kirin'. Em jî hewl didin bi vê baweriyê karê xwe yê çandiniyê baş bikin. Jin di dema neolotikê de bi çandê hebûna xwe û civaka xwe ava dikir. Em jî bi vê baweriyê hewl didin rihê dîroka wê demê di roja îro de bijîn."   'Em jin hemû karê çandiniyê bi hev re dikin'   Rabîa Kavas bal kişand ser hezkirina erd û wiha domand: "Ev 3 sal in em di aboriya jinê de karê çandiniyê didin meşandin. Em jin hemû bi hev re vî karî dikin û ew jî cihê şanaziyê ye, bi kombûna jinê kar bi ser dikeve."   'Dema jin kedê dide, zehmetiya wê nafikire'    Endama Kooperatîfê Selîme Mihemed jî diyar kir ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re kar û xebatê çandiniyê bi rêxistin bû û wiha berdewam kir: "Aboriya Jinê karekî serkeftî ye û jin bi keda xwe bi ser dikeve. Dema jin kedê dide, zehmetiya wê nafikire. Jin dibêjin em ê tevî hemû zehmetiyan karê xwe bikin. Ji ber jin bi her tiştî re mijûl dibe û fêm dike. Dema ku karekî dike zanista wê zêdetir dibe û pir baş dike bêyî ku zehmetiyên wê bifikire."    'Rêya me, rastiya Rêber Apo ye'    Selîmayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xwesteka jinan a kar û wiha got: "Niha em gelek rehet xebatê xwe dikin, ew jî bi saya perspektîfên Rêber Apo ye. Rêber Apo gelek derfet da jinê, îro jin li ser rêya azadî û xwenaskirina xwe bi felsefeya Ocalan dijîn. Rastiya me rêya li ser rastiya Serok Apo ye. Dema karê aboriya jinê ava bû berpirsiyartî ji jinê dihat xwestin û me dikir jî. Bi xebatê me vîna xwe nas kir. Bi kêfxweşî me karê xwe meşand heta ku îro hatiye vê astê."   'Di sûdgirtina erdan de jin li hev dicivin'   Rêveberiya Aboriya Jinê ya Qamişloyê Sabah Îbrahîm di derbarê Kooperatîfa wan a li gundê Navkorê wiha got: "Em wek aboriya jinê 63 jin cihê xwe di kooperatîfa çandiniyê ya gundê Navkorê de digirin. Dema komkirina genim û nîskê de em hemû jin li hev kom dibin. Ji ber îsal baran zêde bariya me nikaribû erdê xwe derman bikira. Em jin bi xwe jî erdê xwe diparêzin.  Di vê dema ku  gelek erdên me şewitîn bi rastî kezeba me jî şewitî. Pêwistî bi amadekariyên zêdetirîn hebûn. Em hemû jî dizanin şerekî taybet li ser me tê meşandin îro jî destê dijminan di van  şewitandina de heye. Em ê ji bo sala pêşiya me tedbîrên hîn mezin bistînin. Em erdên xwe çawa bajon em ê derman jî lê bikin. Ji bo keda me bi erdê neteqe tiştên ji destên me bê em ê bikin."