Bihayê zibil, hilberînê dixîne 2019-06-17 09:09:51   Gulîstan Azak   AMED - Zêdebûna bihayê zibil, berê cotkaran dide hilberînên ku lêçûna wan kêm e, îsal hilberîna genim 2 mîlyon ton şûnde ket.   Bihayê zibil zêde bû, hilberînerê bi salane genim diçandin dest ji çandina wî berdan, berê xwe dan berhemên ku zibil jê re nayê bikaranîn. Di salê kê de zibil ji sedî 100 zem hat ser û cotkar jî ji ber vê li şûna genim berê xwe didin berhemên din ku biçînin. Bihayê zibil di 2018’an de 65 TL bû, di 2018’an de ji sedî 84 zem hat ser û bû 125 TL. Bikaranîna 6 ton zibil, daket 4 mîlyarî. Hilberîna genim jî sala borî 20 mîlyon ton bû û îsal jî 19.5 mîlyon daket.   ‘Cotkar mecbûr hiştin’   Der barê mijarê de Endezyara Zîraatê Gulçîn Yaşa axivî û got cotkar neçarî piştgiriya wezareta çandiniyê hiştine û butçeya ji bo cotkar li ser piyan bimînin ji aliyê wezareta Çandinî û Daristanê ve dihat dayîn jî bê pergal tê dayîn.   Gulçînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mînak pereyê divê sala borî ji bo pembû bihata dayîn, dereng hat dayîn û ji sedî 30’ê vî pereyî hatiye birîn û di encamê de jî hilberîner ketine zehmetiyê. Li gorî xala 21’emîn a çandiniyê, divê ji hatina netewî ji sedî 1 piştigrî bê dayîn lê ji sedî 0.5 derbas nake.”