'Aboriya jinê bi keda jinan geş bû 2019-06-15 09:06:16   Civîn Husên   QAMIŞLO - Jinên ku tevlî Kooperatîfên Çandiniyê bûbûn dest bi çandiniya demsalê kirin. Jinan diyar kirin ku xebatê wan pir serkeftî derbas dibin û dijmin nikarîbû îradeya wan bişkîne û gotin: "Bi dostanî û xebatên jinan ên bi hev re, em gihaştin armanca xwe."    Endamên  Kooperatîfên Çandiniyê  yên Aboriya Jinê yên li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê, Tirbespiyê, bajarê Qamişlo û Dêrikê dest bi çandiniyên demsalê kirin. Bi giştî li Kantona Qamişloyê endamên aboriya jinê 27 hezara û 860 domim çandin. Jê hezar û 30 donim şewitî, lê belê armanca dijmin pêk nehat û bi dehan cotkarên jin di nav erd û zeviyên xwe de ne, bi alavên traktor û patozê erdê xwe diçinin. Endamên Kooperatîfên Aboriya Jinê derbarê ked, genim û cih de axivîn.   'Serkeftinên jinê pir in dijmin negihaşt armanca xwe'   Ji Rêveberiya Aboriya Jinê Hûriya Şemdîn da zanîn ku wan dest bi çinandina genim kiriye û got: "Niha mewsimê genim û ceh e, di dawiya salê tê rakirin, vê salê barîna baranê baş bû, lê bi giştî li herêmê mijarên şewatê derket holê, di encamê de zerar gihaşt erdê gel û yê Aboriya Jinê jî. Çiqas dijmin hewl bide di aliyê aborî de jinan têk bibe, wek aboriya jinê em hîn jî hewl bidin aboriya xwe xurtir bikin û bi hêz xwe vegerînin û bi vê armancê projeyên hîn berfirehtir em ava bikin. Serkeftinên me di hemû aliyan de pir in û dijmin nagihêje armancên xwe."   'Cotkarên jin di nav tevgerê de ne, erdê xwe diçinin'   Hûriyayê wiha dom kir: "Di her kooperatîfek çandiniyê de ji 16'an heta 20'î jin hene. Armanc û xwestekên me ew in em ji bo çandiniyê ku projeyên xwe pêş bixin, derfetan hîn zêdetir ji bo jinan çêbikin. Tevahî cotkarên jin di tevgerê de ne, genimê xwe diçinin, patoz di nav erd de ye, hêviyê me hene ku bi serkeftî xebatê me bi dawî bibe."   'Traktor û patoz di nav erd de ne, em kêfxweş in'   Endama Kooperatîfê a li erdê navçeya Tirbespiyê Wesîla Mihmed Omer wiha got: "Em li ser erdê xwe ne em diçinin, ji destpêka salê me hemû jin bi hev re erdê xwe çandin û niha jî bi hev re em diçinin û berhem digirin. Daxwa me ye ku hemû cotkar erdê xwe biçinin û keda wan bi erdê neteqe, niha jî patoz di nav erd de ye û em gelekî bextewar in."   'Bi dostanî û xebatên jinan bi hev re, em gihaştin armanca xwe'   Riqeya Ismaîl Omer jî ev tişt got: "Wek endamên Kooperatîfa jin û cotkarên erd em erdê xwe diçinin,  şev û roj em li ser erdê xwe ne û kar û xebatê xwe dikin bi hêviya bi xêr û berket mewsima xwe xelas bikin. Bi dostanî û xebatê jinan bi hev re, em gihaştin armanca xwe. Aboriya jinê bi keda jinan geş bû. Bi rastî jî jin jiyan in ."