Prof. Emîne Budak: Bankayên cemawerî bi riya ÎMF’ê tên deyndarkirin 2019-06-12 09:21:46   ÎZMÎR - Prof. Dr. Emîne Budak diyar kir ku bê îstîkrariya siyasî û girêdana bi derve ya Tirkiyeyê bûye sedema krîza aborî û got hikûmet ne li gorî hewcedariya welat, li gorî daxwazên kapîtalîzmê reforman dike. Emîneyê got hikûmeta ku berê ÎMF red kiriye, bi hevkariya sê bankayên cemawerî dîsa bang dike û dikarin bibin deyndar.   Li Tirkiyeyê li dijî krîza aborî ya her diçe kûr dibe tedbîrên rasyonel nayên girtin û lîrayê Tirk di vê pêvajoyê de li dijî Dolar û Euro gelek ket. Li Tirkiyeyê Dolar gihişt 7 û nîv TL yî û gelek xurek ji aliyê Tirkiyeyê ve tên îthalat kirin û ji ber vê jî rewşa gel û esnafan gelek xera bû. Pakêta reformê ya Wezîrê Aboriyê Berat Albayrak aşkera kir jî dîsa ji gel re bac hat derxistin.   ‘Divê li gorî hewcedariyan reform bê kirin’   Prof. Dr. Emîne Budak rewşa aborî ya Tirkiyeyê nirxand û got bi bilindbûna dolar re hemû hilberîn biha bûne, ji ber polîtîkaya petrola girêdayê derve, bihayên petrolê zêde bûye. Emîneyê wiha got: “Her wiha qadên çandinî û sanayiyê jî bi bandor bûye. Ji bo ketina dolar divê alavên hiqûq, demokrasî û polîtîkayek bi îstîkrar, jiyanek bi kalîte ya erzan pêk bê. Divê ne li gorî kapîtalîzmê li gorî hewcedariyên welat reform pêk bên.”   ‘Sermaya ji ber bêewlebûnê direve’   Emîneyê got Tirkiye 17 sal in ji aliyê partiyekê ve tê rêvebirin û nerazîbûna gel a dijî desthilatdariyê di 31’ê adarê de derketiye holê û nîqaşkirina biryara betalkirina hilbijartina Stenbolê nîşandeya bê îstîkrarbûnê ye û wiha axivî: “Sermayedarên dixwazin razemeniyê bikin jî ji ber ketina sînorê rîsk û ewlehiyê ji Tirkiyeyê direvin. Her wiha lêçûna hilbijartinên Stenbolê jî wê dîsa welatî bidin. Tirkiye di 17 salan de bi polîtîkaya çandiniyê ya derve ve girêdayî me. Tunebûna qadên çandinî girêdayê polîtîkaya hikûmetê hat dîtin. Gelo we der barê vê de teşwîqa ji bo çandiniyê bihist? Ji bo sektora xizmetê, îxracatê teşwîq hat dayîn. Rêjeya îxracatê jî hat xistin.”   Emîneyê da zanîn ku Wezîrê Aborî û Xezîneyê Berat Albayrak, diyar kiriye ku di meha hezîranê dewê polîtîkayên ku sektorên îmalat û îxracatê bilind dike û bi Vakifbank, Banka Zîraatê û Banka Gel re polîtîkayan pêş bînin û ji bo xistina dolar ev her sê banka wê ji borsaya Asyayê ya bi şev kiriye dolar erzan bigirin û vê pêk bînin. Emîneyê bi lêv kir ku dewlet taybetiya herî hov a kapîtalîzmê tîne cih û saziyên li ser wan bare wê azad bike.”   ‘Ji bo deyn biqedînin dikevin şer’   Emîneyê got hikûmeta ku berê ÎMF red kiriye, bi hevkariya sê bankayên cemawerî dîsa bang dike û dikarin bibin deyndar û wiha pê de çû: “Ger deyn bê kirin û ji bo perwerde û tenduristiyê bê xerckirin wê demê hûn tiştekî baş dikin. Lê hûn vî deyngî bi deyn û şer bigirin, wê faîza vî deynî kat bi kat zêde bibe. Vî deynî em didin. Bacê jî hûn li me dibirin. Divê em hesabê vê bacê bipirsin. Em naxwazin zarokên me di şer de jî bimrin. Sayiştay di kontrola bacê de bê bandore. Divê welatî bipirsin ku ev bac diçe ku derê.”