Kedkara malê ya 34 salan: Em wek karker nayên dîtin 2019-06-09 09:02:08   STENBOL- Kedkara malê ya 34 salan Arzu Çelebî, balkişand ser binpêkirin û newekheviya li hember wan û got: “Em ji ji mobîngê heta şîdeta fîzîkî, her tim rastî newekheviyê hatin. Yên kar didin dibêjin bila nexwin, venexwin, bixebitin. Karkeriya malê, koletiya modern e û me wek karker jî nabînin.”   Karkera malê Arzu Çelebî ya 34 sal e vî karî dike du sale endama Sendîkaya Piştevaniya bi Karkerên Malê (EVÎD-SEN) e. Arzuyê got bi salane rastî neheqiyan tên û got 7 salan bê sîgorte xebitiye, ji ber sîgorteya wê nehatiye çêkirin ji kar derketiye, karsaz daye dadgehê û mafên xwe xwestiye. Daneşîna doza wê ya salek û nîve tê dîtin, vê carê  jî hat dîtin. Arzuyê got dema dest bi kar kiriye karsaz soza SSK’ê diyê lê bi salan ew mijûl kiriye.   ‘7 salên min tune dikin’   Arzuyê got kesê dizane tayînê dosyayê hatiye kirin û got: “Yê kar da min 7 sal xebata min înkar dike. Dibêjin wan mehekê ceribandiye. 7 salên min tune dikin. Min heta 8 mehên dawî li zarokên wan mêze kir. Lê dibêjin nekiriye. Dibêjin min li zarokên wan baş mêze nekiriye. Ji ber vê ez ji kar avêtime. Beriya ew bizewicin ez ligel wan dixebitim. Piştî zewicîn jî ez li cem wan bûm. 10 sal paşeroja me heye. Yanî ez di nav derewek mezin de me. Di sîteya wan ya 5 salan runiştin de qeydên kamerayê hye. Hemû hatin û çûyîna min di wir de heye. Ez şûnde gavê navêjim li pey doza xwe me.”   34 sale dixebitim, rastî gelek neheqiya hatim   Arzuyê bi lêv kir ku 10 mehe li cihekî bi SKK’yî dixebite û got: “SSK pir zêde tê. Gotin em nikarin SSK’ê bidin û di gulanê de ji kar avêtim. Di karê min yê dawî de ez û hevjînê xwe hatibûn asta destberdanê. Lê patron ji min re got ‘tu dest jê berdî em ê te ji kar bavêjin. Tu nikarî bîh bê vir.’ Ji ber rasî pêkanînek wisa hatim, min destberdan taloqa kir. Ez di gelek karî de razandî xebitîm. 34 sale dixebitim. Her tim rastî newekheviyê hatim. Yanî dixwazin bi pereyekî kêm bidin xebitandin û zêde kar bidin kirin. Yanî karkeriya malê koletiya moderne. Saet ne diyare, pere pir kêm e, ewlehiya wê tune. Tu car karker di saeta xwe de nikarin derkevin. Ji ser hêza wan kar dipên. Lê dema dor tê pereyan heta ji wan tên dixwazin kêm pere bidin. Temenê min bû 50. Qe nebe ez dixwazim ji vir şûnde bi ewle bixebitim.”    Arzuyê destnîşan kir ku 2 sale endama EVÎD-SEN’ê ye û got ji ber tenê nikaribû dengê xwe bide bihistin, bûye endama sendîkayê û got ji ber vê piştgiriyeke mezin jî dîtiye. Arzuyê di dawiya axaftina xwe de balişand ser pirsgirêkên jin dijîn û got bi her awayî jiyana jinan zehmete.