Cejn li bazaran tune ye! 2019-06-03 09:20:03     ÎZMÎR - Jinên di bin siya krîza aborî de Cejna Remezanê pêşwazî dikin, diyar kir ku cejnê bandor li buhayan nekiriye û got buhayê şekrokan derketiye du katî, cejn berê hebûn.   Cejna Remezanê hat û krîza aborî li bazarên taxê hîna berdewam dike. Li bazara taxê ya Îzmîrê ya berê buhayê lîmonê 4-5 TL, ya kartolê 5 TL, ya dendikan 12 TL, ya guzên şikandî 50 TL, ya çerezên tevlihev 40 TL ye.   Em 15 rojan carê tên   Halîme Alma da zanîn ku ew ancax dikare kîloyek firingî û kîloyek îsot bigire û da zanîn ku êdî 15 rojan carê dikare bê bazarê û wiha got: “Danûstandina cejnê berê bû. Divê em ji mezinan bipirsin ka çima em nikarin bikirin. Hêza me ya em bigirin nemaye.”   Atlin Sariel jî bal kişand ser buhabûnê û wiha axivî: "Tiştên em digirin têr nake. Ji bilî xwarinê em nikarin tiştekî bigirin. Gelo bi maeşa teqawîtbûnê çî tê kirin.”   Makbule Maçîn jî destnîşan kir ku dema mirov li buhayan dinêrin, krîza aborî tê fêm kirin û nêrînên xwe anî ziman: "Şekrokên cejnê sala borî 6 TL bû û îsal jî 12 TL ye. Ev şekrok jî şekrokê herî bê kalîteye. Ez û kurê xwe şerê vê dikin. Kurê min dibêje yê baş bigire, ez jî nikarim bigirim.”   ‘Dewlet ji bo xwe heye’   Muzeyyen Halîs jî ya li bazarê xawliyan defiroşe got xawliyên sala borî 10 TL bûne îsal 15 TL ne û gel jî ji ber vê nikarin tiştekî bigirin. Muzeyyenê bi lêv kir ku rojê 50 TL pereyê cih dide şaredariyê û wiha bilêv kir: "Tiştek ji bo me namîne. Em nizanin dewlet ji bo çi heye. Ji bo xwe tenê heye.”   Şaziye Akar jî bi lêv kir ku tevî ku demsala bezelyeyê ye, kîloya wê 5 TL ye û îsal nikare ji bo zivistanê bike cemedankê.   Saniye Gur ya cil û bergên zarokan jî difroşe diyar kir ku kesên rewşa wan nebaş li bazaran û danûstanê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez tiştên penye difroşim. Sala borî berhemên cuda yên bi 6,7 û 10 TL yî hebûn. Îsal berhem kêmin. Divê dewlet ji bo gel hebe lê ji roja hatime dinê ez xizanim.”   Ayşe Yalin ya cil û bergên jinan jî difroşe balkişand ser krîza borî û got ev 32 sal in li bazaran dixebite û cejnên berê nemaye û êdî her kes tiştê ku dikirin jî li AVM’yan bi qerta krediyê dikirin.   Zîlan Derman jî daxuyakirin ku berê bazar gelek qerebalix bûn û hejmara jinan niha her diçe li bazaran kêm dibe û got gelek jin ji ber azadiya aboriya wan tune li malê hepskirî ne. Meral Uncu anî ziman ku sozên ji bo hilbijartinê hatine zû hatine jibîrkirin û got ew dixwazin zarokên xwe baştir xwedî bikin.