Beriya cejnê zem li bilêtên otubusan kirin 2019-06-03 09:14:53   AMED - Beriya betlana 9 rojan a cejna Remezanê ji bo biletên otobusên navbera bajaran ji sedî 20-25 zem hat kirin. Muşterî û rayedarên otobusan bertek nîşanî zemê dan û sedema vê jî zema ji bo mazotê hatiye kirin nîşan dan.   Ji cejna Remezanê re rojek ma û gelê ku xwest betlana cejnê ya 9 rojan binirxînin, xwe amade dikin ku biçin bajarê xwe an jî navendên betlanê. Lê zema ji bo bîletên otobusê hatine kirin, planên serdana cejnê û betlanê xera kir.   Bilet hatin zemkirin   Li Termînala Otobusê ya Amedê ya Şardariya Bajarê Mezin a Amedê em bi çend rayedarê fîrmayê re axivî û got zema nû li ber derî ye. Bi zema hat kirin re welatî bi 10-15 lîra zemê dikarin rêwitiyê bikin.   ‘Sedem zema ji bo mazotê hatiye kirinê ye’   Ajokarê otobusê diyar kir ku riya ku sala borî bi hezar TL diçûn, îsal bi 2 hezar TL nikarin biçin û got zemên tên kirin bi qasî muşteriyan, rayedarên fîrmayê jî dide zorê û destkeftiya wan tune ye.   ‘Ger nebûna ez ê matmayî bima ma’   Nesîme Kaplan ya diçe Antalyayê jî diyar kir ku vê zemê ew matmayî nehiştiye û got: “Ger zem nekirina em ê matmayî bimana. Her tişt bi zem e, her tişt. Ji ber zemê em nikarin tiştekî ji bo mala xwe bigirin. Bileta Antalyayê 10 lîra zem bûye. Em nizanin bêjin çi.   Bîletên otobusê yên biha bûne wiha ne:   Riha:45   Elezîz:35   Wan:80   Enqere:150   Stenbol: 200   Îzmîr:200   Bursa:200   Antalya:150