Kedkarên KESK’ê wê di 24’ê gulanê de daxwazên xwe li ber Wezareta Xebatê biqîrin 2019-05-17 09:14:58   Dîlan Babat   ENQERE - Kampanyaya KESK’ê ya ‘Ji bêewlebûnê re bes, karê bi ewle mafê bi ewle’ wê di 24’ê gulanê de li ber wezareta xebatê bidawî be. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy ji bo çalakiyê bang kir û wiha got: “Em ê ji nêz ve dengê xwe bi Wezareta Xebatê ku dengê karkeran nabihîzin, bidin bihistin.”   Kampanya ‘Ji bêewlebûnê re bes, karê bi ewle mafê bi ewle’ ku KESK’ê li dijî binpêkirina ked û bêewlehiyê da destpêkirin, meheke dimeşe û fînala kampanyayê wê di 24’ê gulanê de li ber Wezareta Xebatê bê kirin. Ji gelek herêmê tevlîbûn wê pêk bên û daxwaz bên ziman.   Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku AKP piştî derbas rejîma nû bû binpêkirina kedê pir zêde bûye û bi taybet di dema OHAL’ê de gelek kedkarên cemawerî ji kar hatin avêtin û wiha got: “Di hawireke ku AKP’ê hewl da tune bike, em xwedî li ewlehiya kar derketin. Em ê bi hevalên xwe yên ku hatine îxrackirin re di bo ewlehiya karê xwe biparêzin li ber Wezareta Xebatê bin.”   ‘Mafê jiyanê ji destê mirovan hatiye girtin’   Gulîstanê destnîşan kir ku ewlehiya kar bi giştî di destê desthilatdariyê de ye û ev tişt anî ziman: “Îro ewlehî ne tenê ewlehiya kar e, ji ber îro em ji gelek mafî hatine bêparkirin. Mafê jiyanê yên mirovan ji dest hatine girtin. Ji ber em daxwazên xwe biqîrin em ê bi kedkaran re li ber wezaretê bên cem hev. Di jî daxwazên maf yên kedkaran êrîşên cidî yên desthilatdariyê pêk tên. SES’ê ji bo ‘zema xizmeta fîlî’ çalakî pêk anî û rastî êrîşa polîsan hat. Em dixwazinin ku armanca vê êrîşê ev e ku pêşî li daxwazên gel bê girtin. Ev teşeyê êrîşeke rejîma yek kesî ye.”   ‘Bêewlebûn ji keda jinan tê destpêkirin’   Gulîstanê bi lêv kir ku di qada cemawerî de yên herî zêde rastî bêewlebûnê tên jin in û di qada cemawerî de mekanîzmaya serdest yê mrê pirt xurt e û bi polîtîkayên heyî yên desthilatdariyê re jin zêdetir tên bêewlekirin.   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de got ji bo daxwazên xwe bidin bihistin wê di 24’ê gulanê de li ber Wezareta Xebatê bên cem hev û bi biryarin ku ji nêz ve dengê xwe bidin bihistin.