Berhemên demsalî yên jinên Hesekê 2019-05-17 09:07:19   Necah Meîş   HESEKÊ - Li Kooperatîfa Jinan a Taxa Nasira berhemên demsalê bi keda hevpar tê amadekirin û li firoşxaneyên bajêr digihêjin ber destê dîdarê xwe.   Li Kooperatîfa Çardemsalê ya Jinan a Taxa Nasra a bajarê Hesekê ku ji aliyê Komîteya Abori ya Jinan a Rojava ve hatiye avakirin berhemên demsalî tên amadekirin. Di Kooperatîfê de 16 jin dixebitin. Her demsal li gorî pêdiviyan hilberînê dikin. Navê xwe jî ji şêwaza keda xwe girtiye û bi navê Kooperatîfa Çardemsal tê binavkirin. Di vê demsalê de jî bi xebata hevpar tirşî, penîr û rîçal amade dikin.    Çar meh in li Kooperatîfê beşa konserveyê hatiye vekirin. Di destpêkê de jinan li malê berhemên demsalî çêdikirin, lê hêdî hêdî konserve hat vekirin û jin li gel hev dixebitin. Du jinên ku dixebitin wiha behsa karê xwe kirin.   ‘Xebata me li gorî pêdivî û demsalan diguhere’   Hêvîdar Yûsif Şêxo ragihan ku beşa amadekirina konserveyê di 21’ê çile de dest pê kiriye û wiah dirêjî da axaftina xwe: “Ev karê kooperatîfê ye, her jinekê 50’î hezar pere xistiyê ji bo hem alîkariya wan û hem alîkariya derdorê wan. Dahata ji kar tê girtin jî ji teva re tê belavkirin.”   Hêvîdar eşkere kir ku berhemên tên çêdikirin difiroşin firoşxaneyan û ev tişt lê zêde kir: “Her werzek em tiştekî çêdikin, di vê werzê de jî taybetî meha gulanê em penîr, reçel û tirşo çêdikin û didin firoşxaneyên Hesekê.”   Hêvîdar di dawiya axaftina xwe got ku ev konserve ji hêla aboriyê ve pir alîkariya jinê dike û armanc jê ew e ku her jin bi kar mijûl bibin û li mal nemînin.     ‘Xebata bi hev re em jin nêzî hev kirin’   Xewla Abdela El-Ehmed a ji Helebêye di pêvajoya şer de koçber bûye û niha li Hesekê dijî jî cihê xwe di kooperatîfê de girtiye. Xewla kêfxweşiya xwe  ya xebatê wiha anî ziman: “Beriya em konserve vekin her carê em li malekê kom dibûn û me berhemên demsalî çêdikir. Ji bo ku em karê xwe berdewam bikin, me wek komekê bi hev re kar dikir. Her ku dem derbasbû keda jinan giha hev û pêdivî bi vekirina cih hat dîtin. Pêdivî û daxwazên girtinê jî zêde bû, niha karê me baş diçe. Ez kêfxweş im ku bi komek wiha jinan re berhemê destê xwe dibînim.”   Xewla anî ziman ku 16 jin bi hev re kar dikin û wiha pê de çû: “Em hemû bi hev re alîkar in û bi yek ruhî karê xwe derbas dikin. Dema ku yek ji hevalên me nayê her tim em pirsa wê dikin. Di rojên navberan de jî em serdana hev dikin. Bê hev êdî bêhna me dernakeve. Me sebra xwe daye hev.”