Di meha Remezanê de heba xurmeyan bi 3 lîrayî tê firotin 2019-05-08 09:15:04   Gulîstan Azak   AMED - Meha Remazanê dest pê kir lê zema ji bo bihayên xurekan hatiye kirin jî herî zêde bandorê li sifreya xizanan dike. Ji bo gelek berheman zema nû di rojevê de ye û welatiyên ku bihayê dixwazin nabînin, xurmeyek bi 3 lîrayî tên firotin jî di refan de cihê xwe de dimînin.   Rojiya Remezanê bi zemenên ku li pey hev hatin, hat pêşwazîkirin û berhemên ser sifreyan jî ji aliyê welatiyan ve ji ber bihayan nayê girtin. Xwarinên taştê yên ji bo sihorê li gorî sala borî ji sedî sed zêde bûne. Li hinek cihên ku hinek biha normal in, kîloya zeytûnê ji 20 lîrayî ya penîr jî ji 30 lîrayî dest pê dike. Xurmeyên ku heba wan jî bi 3 lîra tê firotin, li cihê xwe dipên û kes nakire.   Welatiyên ku ji bo dan û standina Remezanê cihên normal tercih dikin, ewil berê xwe dan penîr, berhemên şîr û xurekên taştê. Kîloyê xurman 80 TL, ya zeytûnan jî gihaşt 39 TL yî. Welatî ne tenê ji bo sihorê ji bo fitarê jî berhemên bihayê wan kêm e, digerin.   Welatiyên bi hêviya ku wê di Remezanê de biha hinek be jî kêm bibe, daketin bazaran, li dijî tiştên dîtin matmayî man. Welatiyan da zanîn ku bihayên xurekan ew bêzar kirine û got: “Ji xizanan re her roj Remezan e. Zema tê kirin nabêjin Remezan e.”