'Afirandina jinê her dem jiyanê zindî dihêle' 2019-05-07 09:00:32   Şêrîn Zêrevan-Roj Hozan    TERBESPIYÊ - Jinên kedkar ên projeya 'Demsal' a malên bilastîk li Navçeya Tirbespiyê di derbarê xebatê xweyî 3 salan de  wiha dibêjin: "Avakirina projeya 'Demsal' rastiya jina kedkar bi jinê û civakê dide  naskirin. Jin afrînera  jiyanê ye, xweza bi reng û vîna jinê xweşik dibe û tim zindî ye."   Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şoreşa jinê, jinên kedkar di warê çandiniyê de bingeh û rola pêşeng bûn. Jinên ku ji xwezayê feyz girtine û  afirandine bi vîn û îradeyeke mezin di nava xebatên pêşxistina jiyanê de bi amûrên xwezayî xwestine aboriya jinê xurt bibe.  Avakakirina Projeya 'Demsal' a malên bilastîk a li navçeya Terbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo ji aliyê aboriya jinê ve ev 3 salin ji bo aborî pêş bikeve, bandorek mezin nîşan dide. Di nava xebatê vê projeyê de 7 jinên Kurd û Ereb dixebitin û bi yek destî kedê didin û berhemên keda xwe jî ji bo tevahî civakê pêşkêş dikin. Jinên beşdarî projeya 'Demsal' bûne derbarê xebatê xwe de axivîn.   'Çandinî cewherê jina kedkar e'   Jina bi navê Selam Ibrahîm wiha qala keda jinan a di vê pirojeyê de dike: "Ev projeya 'Demsal' pirojeyeke jinê ye û girêdayî xwezaye jinê ye. Bi ked û bedewiya jinê tê pêşxistin, ji ber jin û ax çavkaniyên xwezayê ne. Tevî ku jin weke yekem afrîner û avakera çandinî û aboriyê ye, lê di serdemên deshilatdariyê de bê heq man û keda wê dihat xwarin. Ji bo wê jî ev proje  heqîqeta rast a  keda jinê bi me dide naskirin ku xweza bi reng û vîna jinê xweşik dibe, ji ber çandinî cewherê jina kedkar e."    'Jin qîmeta keda xwe dizane'   Di berdewamiya axaftina xwe de Selam bal kişand ser girîngiya xebatên jinê û berhemên destên wê û wiha domand: "Em jin tim bi keda destên xwe li ser piyan disekinin. Bi keda xwe  em debara xwe dikin û aboriya xwe li ser piyan dihêlin. Divê jin ji zehmetiyên jiyanê re teslîm nebe tim zindîbûnê ji bo jiyanê biafrîne."   'Jin ji ax û xwezayê hez dikin'    Jina Ereb a bi navê Hefîza Hemza ku ji destpêka avakirina vê projeyê heta niha dixebite wiha got: "Berî niha me  çandinî dikir, lê me wateya keda xwe nizanîbû. Keda me hemû diçû ji mêr re, lê niha em wateya keda xwe nas dikin ku jin hêza wê heye pêşengtiya civakê bike û berheman ji bo wê pêşkêş bike. Jin ji ax û xwezayê  hez dike û jê fam jî dike, ji berhemên keda xwe jî sûd digirin û debara jiyana xwe  dikin."   'Em kêfxweş in ku ji bo xizmeta civaka xwe kedê didin'   Hefîzayê da zanîn ku  ew  bi amûrên xwezayî  çandiniya xwe dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di malên bilastîk de hemû şitlên zeviyan tên çandin, amûrên me jî hemû xwezayî ne, em dermanên kîmyesal di çandiyê de bi kar naynin. Xebatê me jî her roj pêş dikeve û di encamê de em tiştên nû li ser xwezayê nas dikin. Baweriya me bi keda jinê mezintir dibe û em kêfxweş in ku ji bo xizmeta civaka xwe kedê didin."