Bi hunera Amîgurumî çêkirina pêlîstokan 2019-05-06 09:09:16   Hamdiye Çîftçî   WAN - Bi rêbaza hunera pêlîstokan (amîgurumî) jin bi benên rengîn pêlîstokên xweş çêdikin û hem berhem derdixin holê hem jî stresê davêjin.   Bi teknîka hunera amîgurumî pêlîstokên cur bi cur tên çêkirin û ev huner bi jîrbûna jinan eleqeyek mezin dibîne. Bi her cureyê ben amîgurumî tê çêkirin. Ji bo bebekan benên beyî mû, yên pembû tên tercîhkirin. Her wiha bi benê saxlem çêkirin temenê pêlîstokê jî dirêj dike. Li şûna pêlîstokên plastîk, ev pêlîstokên bi ben tên çêkirin baştir û xweştirin.   Mamosta hunera detan Zehra Akdag (35) bi çêkirina pêlîstokên bi destan tên çêkirin qereyê xwe qezec dike. Zehra ji Beşa Hunera Destan a Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bû û di heman demê de xwendekara pêşketina zarokan e. Zehra bi salane vê hunerê îcra dike û gelek qurs vekir û ev pîşe fêrî dehan kesî kir.   ‘Ez ji hilberînê pir hez dikim’   Zehrayê got di lîseyê de amîgurumî mereq kiriye û wiha got: “Dersa me ya bernameya lîstikan a zarokan hebû. Ji bo pêlîstokên saxlem û paqij, di vê mijarê de min xebat meşand. Min wê demê amîgurumî nizanibû. Piştre ez fêr bûm. Ez ji hilberandinê gelek hez dikim.”   Zehrayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema ducanî bûye ji bo zaroka xwe ketiye lêgerînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku min lêkolîn kir min gelek jê hez kir. Min gelek kes nas kir. Min mînak girtin. Amîgurumî di esasê de wek medîtasyonê ye. Dema ez tengezar bibim ez tix û ben digirim. Ji bo ev huner pêş bikeve min gelek qurs vekir. Her ku amîgurumî pêşket, eleqe zêde bû. Dema hatim navenda Wanê min jî qurs vekir. Ez ji fêrkirin û parvekirinê gelek hez dikim.”    ‘Divê her jin hilberîne’   Zehrayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Pêlîstokek li mexazeyê 200 TL ye. Lê ev pêlîstok bi 50-60 TL ne. Ez aboriya xwe jî qezenc dikim. Ji ber vê ez gelek kêfxweşim. Divê her jin hilberîne.”