Keda jinê jiyanê watedartir dike! 2019-05-06 09:01:43   Dilocan Bozî / Dicle Demhat   KOBANÊ-Girêdana jin û xwezayê weke girêdana dayik û zarokan e, çandinî bi destên jinê hatiye afrandin. jin karê curbecur dike, çandiniya bostanan û gulan, paqijiya kemonê(kimyon) û nîskan dike. Di vê demê de karê ku li gundan tê kirin çandiniya bostanan e. Serê sibehê zû karker radibin û berê xwe didin karê bostanan.Hejimara zêde ji van karekeran jin in. Jinên li ser vê mijarê wiha axivîn: ‘‘ji ber ku em jin parçeyekî xwezayê ne, em  di nav axê de karê  xwe bi aramî dikin.’’   Jinên ji pêkhateyên Ereb ku ji gundê Mixare yê girêdayî Bajarokê Sirînê ne, li ser çandiniya bostanan ji ajansa me re axifîn. Jina bi navê Fatma Alî da diyarkirin ku ew çandiniya bostanan dikin û wiha got: “ji ber  ku ev dem dema bostanane û weke ku tê zanîn  girêdana jinê û xwezayê bi hev re heye, lewra yên ku keda herî mezin didin jin û dayikin.”   Çandinî bi destên jinê mezin dibe   Fatma Alî di gotinên xwe de behsa şêwazaza çandiniya bostanan û avdana wan kir û got:” beriya ku em şitilan bikin axê ji xwe li ciyekî taybet tovê wan tên çandin û piştî demekê em wan di zeviyan de diçînin. Lê belê ji ber sedema ava kêm, em bostanan bi du şêweyan av didin. Ger ku av zêde û baş be em xetan çê dikin û di wan xetan de kîsên nayilon radixin û bi wê şêwayê avdaniyê dikin. Lê belê dema ku av kêm be ji bo ku av têra hemû bostan bike, em xortûmên zirav li nav erdê rast dikin û li gorî her çandiniyeke xortûmê kun dikin û bi wê şêwayê avdana bostanan dikin. Her ji du mehan carekê em axê binkol dikin û bi awayekî ku ew tişt baştir çêbibin em bostanê xwe xwedî dikin. ji ber ku jin cudahî naxe navbera xwe û xwezayê, em dema di nav axê de kar dikin em karê xwe bi aramî dikin.”   ‘Destê jinan bi bereket e’   Dayika bi navê Hîlala Hemo jî ev tişt got: ”Dema jin bi destên xwe çandiniyê bike wê demê çandinî zuhtir  çê dibe û destên jinan bi bereket e. Ez sibehê zû ra dibim, li nav baxçeyê xwe digerim paqij dikim û ji milekî din ve jî firingî, kartol(patat), pîvaz û gelek tiştan diçînim. Dema ku zebze ji malê be an jî li nava ciyên xwezayî çê dibin hin zêdetir bi tam û ekl in. Xwarina ku mirov ji wê çê dike jî, ji bo tendurustiya mirovan jî gelekî bi fêde ye. Hemû keskahiya ku ked di ber wan de tê dayîn, bê ku dermanên bi hormon werin bi kar anin, hem bi tam in û hem jî bi feyê de ne.”   ‘jin weke zaroka xwe bi xwezaye ve girêdayî ye’   Jina bi navê Fatma Îbrahîm Yusif jî axivî û got: ”jin û xweza yek bedenin ku ji hev nayên qutkirin. Di gundê me de kesek bê kar namîne. Her kesek xwedî karekî ye. Bi tayibetî jî em jinên li vî gundi, çandiniya bostanan dikin, hin ji me jî sewalan xwedî dikin û hin jî bi gulan re mijûl dibin. Ya rastî gul weke zaroka malê ye. Ciyê ku çandinî û baxçeyên gula hebin li wir jiyan bedew dibe û sebira mirovan li wan deveran zêdetir tê. Em jinên vê derê çawan zarokên xwe xwedî dikin wisan jî bax û bostanên xwe xwedî dikin. Jin weke zarokên xwe bi xweza yê ve girêdayî ye.”