‘Polîtîkayên şaş jinê ji axê qut dike’ 2019-05-04 09:10:19   Hamdiye Çîftçî   WAN - Endezyara Zîraatê Fatma Guven, da zanîn ku ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê têkiliya jinê bi axê re qut bûye, bi îthalatê re jî krîza aborî derketiye holê û wiha got: “Mazot biha bû, piştgiriyek têr ji bo cotkaran nehatiye dayîn, bihayê tov û zibil biha ye, di alî tov de em girêdayî derve mane. Van faktoran bandorek neyînî li ser çandiniyê kir.”   Turkiye ku welatekî çandiniyê ye, niha kartol û pîvaz jî tê de her cureyê sebze û xurekê îthal dike. Jinên ji destpêka mirovahiyê de têkiliya wê bi axê re heye, li her qadê çandinî pêş xistin lê niha ji ber polîtîkayên şaş neçar mane ji axê qut bibin. Endezyara Zîraatê Fatma Guven bi lêv kir ku çandinî êdî ji bo jinan wek barekî giran tê dîtin.   Fatmayê destnîşan kir ku jinan berê xwe dane qadên cuda yên kar û wiha got: “Kasiyeriyê dikin, sekreteriyê dikin. Êdî karên wisa ji jinan re ergonomîk tê. Jin dest ji çandiniyê berdidin diçin karên din dikin. Komeleyên jinan, meclîsên jinan û bi hatina cem hev a gelek jinan dikare dîsa têkiliya jinê ya bi axê re bê xurtkirin.”   ‘Kesên zanîngeh qedandine jî di çandiniyê de dixebitin’   Fatmayê daxuyakirin ku jinên zanîngeh qedandine jî li ser erdan dixebitin û wiha berdewam kir: “Jinên xwendine û tayîn nebûne jî di qada çandiniyê de dixebitin. Ji xwe wek karkerên demsalî dixebitin. Jinên li baxçeyên xwe li ser erdên xwe dixebitin hene.”   ‘Hejmarazarokên karker zêde dibe’   Fatmayê ev tişt bi lêv kir: “Li herêma me li hinek navçeyan sera hene. Li Erdîş, Westan û Qelqeliyê çandinî tê kirin. Li van deran sebze ji wir difroşin gel. Hejmara zarokên li van deran dixebitin gelek zêde ne. Zarokên 6 salî yên diçin ser erdan dixebitin hene.”   ‘Civaka bi çandiniyê re mijûl bibe ji krîzê bi bandor nabe’   Fatmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku welatê ku bi çandiniyê re mijûl bibe, hilberîna xwe bi xwe bike, ji krîzê zêde bi bandor nabe û der barê krîza tê jiyîn de jî wiha got: “Sedemên ku bi awayekî neyînî bandor li çandiniyê dikin hene. Bihayê mazotê, ji bo cotkaran nedayîna piştgiriyê. Bihayê tov û zibil zêde ye. Ji ber pereyê cotkar tune, nikare karkeran jî bigire. Ji ber berhem dema xwe de nayê komkirin, dirize. Em tovên xwe bê kalîte dibînin û ji derve tînin. Tovên ji derve tên jî pir biha ne. Mînak li Colemêrg û Mukusê tovê herêmî tune ye. Her wiha demsal jî bandorê dikin. Sewalkarî û çandinî jî dikare bê pêşxistin. Herêma me ji bo sewalkariyê baş e. Divê bê pêşxistin.”