‘Me komîteyên karkeran ava kirine da ku mafê wan bê parastin’ 2019-05-04 09:07:21   HESEKÊ - Şêrîn Saroxan diyar kir ku berî şoreşê di kargehan de karkeran gelek zehmetî dikişandin û got: "Ji bo parastina mafê karkeran me komun ava kirine û berpirsê wan heye. Ji bo wê kes nikare mafê karkeran binpê bike."    Hevseroka Komîteya Kedkarên Hesekê Şêrîn Saroxan ji taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê ye. Şêrîn jiyana xwe daye xebatê, berê di nava pergalê de parastina jinan kiriye. Niha jî di nava pergala xwerêveberinê de her dem di pêş de cihê xwe digire. Di 2015’an de cihê xwe di nava saziyên civakî de girtiye.   'Di nava kargehên kar de mafê me dihat binpêkirin'   Şêrînê ji bo xebatên xwe yên komîteya karkeran ev nirxandin kir:" Ev 3 sal in di nava qomîteya kedkaran de cih digirim. Berî şoreşa rojava ez di saziya çandiniyê ya rêjîmê de dixebitîm. Di nava kargehên kar de mafê me dihat binpêkirin. Ji ber ku min ev tişt hemû dîtin min hewl da ku em alîkariya jinên kedkar ên ku neheqî li wan dibin bikin."   'Mûçeyê mêran ji yên me zêdetir bû'   Şêrînê di dirêjiya axaftinên xwe de bal kişand ser işkenceya ku jinên kedkar dikişandin û wiha dom kir: “Jin berê di kargehan de bêmaf bûn û neheqî li wan dihat kirin. Ez karim mînaka kargeha Qermîda bînim ziman ji ber ku di wê de gelek jin dixebitîn. Ya herî kar dikir jin bû mînak wê qermît çêdikir dixist nav agir û barê wê pir giran bû lê mûçeya mêran ji yê wan bilindtir bû. Ji ber vê yekê me êdî komîteyê kargehên demsalê û odeyên ajokaran ava kirin."   'Jinan pir îşkence didîtin'   Di berdewamiya gotinên xwe de Şêrînê da zanîn ku ji ber jin bêmaf bûn ewqas jin bûn qurbanê qezayên tirafîkê û wiha pê de çû :  "Jinên kedkar herî zêde di xebatên demsalê de pirsgirêk dijiyan ji ber ku dema diçûn li ser erdan çawîşê wan pir işkence li ser wan dikir û di çûn û hatina xwe de pir astengî hebû ji bo vê yekê pir qeza çêdibûn û gelek jin û zarokên wan dimirin. Em wek qomîteya kedkara me komîn di navbera van jinên ku di çandiniyê de kar dikin ava kir ji bo em bikaribin mafên wan biparêzin û derî li himberî van bûyerên qezayan bigirin.”   Şêrînê bi bîr xist ku di civakê de tu nirxê kedkaran tune bûn bi taybet jin tenê wekî amûra ku  zaroka tîne û karê malê dike, ne hedê wê ye kar bike û jiyana xwe bi xwe rê ve bibe, dihat dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heta ji destên me bê em ê hewl bidin ku mafê jinê û hemû karkeran biparêzin."