1'ê Gulanê li karkerên jin hate pîrozkirin 2019-05-01 16:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germiyan Mala Ciwanên Kelar û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê gul û şirînî li karkerên jin belav kirin û cejna wan pîroz kirin.   Li navçeya Kelar a Germiyanê Mala Ciwanên Kelar bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê gul û şirînî li karkerên jin belav kir. Herwiha li bajaroka Rizgarî ya Kalar jî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi heman boneyê serdana cihên jin lê karkeriyê dikin kir û gul dan wan û cejna wan pîroz kir.  Jinan daxwaz kir ku hemû jin bi hev re ji bo parastina mafên xwe kar bikin.