Muazzez Orhan di mîtînga1'ê Gulanê de: Girtî bi greva birçîbûnê bang li wijdanan dike 2019-05-01 16:30:16 WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan di mîtînga 1'ê Gulanê de diyar kir ku rewşa girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne gihaştiye asteke krîtîk û her wiha 15 girtî ji di rojiya mirinê de ne û wiha got: "Berxwedêr bi çalakiyên xwe bang li wijdanên mirovahiyê dikin."   Ji hêla Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ve bi dirûşma "Em radestî paşverûtiyê, bêewlehiyê, betaliyê û xizaniyê na bin" li Parka Aştî ya Musa Anterê mîtînga 1'ê Gulanê hat lidarxistin. Hewşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, nûnerên sendîkayan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamentera HDP'a Wanê Muazzez Orhan, Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP),  Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî mîtîngê bûn.    Bi lacikên spî tevlî mîtîngê bûn    Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatî di bin kontrola polîsan de tevlî mîtîngê bûn. Li ser dikê pankarta "Em radestî paşverûtiyê, bêewlehiyê, betaliyê û xizaniyê na bin. Ji bo mezinkirina berxwedanê em daketin qadan" hat daliqandin.  Di qada mîtîngê de dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Yekê Gulanê” hat berzkirin. Her wiha malbatên girtiyan jî bi lacikên spî tevlî mîtîngê bûn. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amedekar Ergîn Işık axaftinek kir û 1'ê Gulanê li karker û kedkaran pîroz kir. Serokê Herêmê ya DÎSK'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û diyar kir ku ji ber krîzê êdî karker nikarin bijîn.    Seroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetê ya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM-BEL SEN) a Wanê Eylem Uca, bal kişand ser edalet û hiqûqê û wiha got: "Ji bo mirovatiyê aştî, edalet, hiqûq û demokrasî hewceye. Kesên ku niha bêdeng dimînin dê pêşerojê de heman tiştî bijîn. Em her tim dibêjin bêdeng nebin û biqîrîn.    'Koletî hat ferzkirin'   Parlementera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, destnîşan kir ku tu demê ked evqas nehat erzankirin û wiha axivî: "Di serdema îktîdara AKP'ê de maf û serkeftinên karkeran hat xespkirin. Koletî hat ferzkirin. Civak bê pêşeroj tê hiştin. Her tim karker biçûk hat dîtin. Heqdestê kedkaran her tim kêm hat dayîn. Li hemberî keda karkeran êrîşeke dijwar pêk hat."  Muazzez, qala hilbijartina 31'ê Adarê kir û diyar kir ku MHP-AKP di hilbijartinê de gelek hîleyan kir, serkeftina li Amed, Erzirom, Qers û Wanê hezm nekir, li gelek cihan mazbata nehat dayîn.   'Rewşa girtiyan krîtîk e'   Parlementer Muazzez, di mîtîngê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 175 rojin di greva birçîbûnê de ne. Ji bo aştiya vî welatî ketin grevê. Bi sala ne li hemberî Birêz Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê tê kirin. Berxwedêr bang li wijdanên mirovahiyê dikin. Ji bo aştiya vî welatî û ji bo jiyaneke bi rûmet, berxwedêrên grevê bi çalaki xwe dengê xwe bilind dikin. Niha rewşa berxwedêran gihaştiye asteke krîtîk. Her wiha 15 girtî niha di rojiya mirinê de nin."   Muazzez, herî dawiyê wiha nêrînên xwe anî ziman: "Leyla Guven ne tenê parlementera Colemêrgê ye parlementera Tirkiyeyê. Parlementerên me yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ji wekî Leylayê parlamenterên Tirkiyeyê ne. Em kesên ku ji bo aştiyê tevdigerin silav dikin."   Mîtîng bi stranên Koma Rojaryayê bi dawî bû.