Li Stenbolê Mîtînga 1'ê Gulanê dest pê kir 2019-05-01 14:53:37   STENBOL - Pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bi tevlibûna bi hezaran hat destpêkirin. Di pîrozbahiya hat kirin de ji bo 7 hezar girtî 7 hezar jinan laçik dan serê xwe û tevli mîtîngê bûn.   Pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê vê salê li Qda Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bi tevlibûna bi hezaran hat destpêkirin.  Komên ku bi dirûşma "Ji bo kar, edalet û Azadiyê dimeşin 1'ê Gulanê" ji 3 milan ve bi coş ketin qadê.    Bi hezaran kes tevli mîtîngê bû   Koma ku Konfederasyona Kedkarên Şoreşger (DÎSK) jÎ di nav de bû li gel gelek saziyên sivîl û sendîkayan ket qadê. Seroka DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî tevli mîtîngê bû.   'Bila tecrîd bi dawî bibe mirin pêk neyê'   Koma ku KESK, TMMOB, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî di nav de bû li Dîkîlîtaşê hatin gel hev. Di kortejê de malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di grevê de ne ku çalakiya wan a li Gebzeyê tê astengkirin jî bi dirûşma " Laçika xwe ya spî bide serê xwe bê" di rêza pêş a kortejê de cih girtin dowîzên  "Bila tecrîd bi dawî bibe mirin pêk neyê" rakirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz krin. Di çalakiya hat lidarxistin de Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sedat Şenoglu, Hevserokên DHP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî bi laçikên ku kirin sutiyên xwe tevli bûn.    'Heqîqat nayê tecrîdkirin'   Di meşê de  dowîzên "Em ne ji Gazzeyê ji Gebzeyê tên", "Dayik di berxwedanê de ne", “Haqiqat naye tecritkirin” , “Em ji niqaşkirina heqiqete û hezkirina ji roje natirsin”, “Tecrit naye qabulkirin”, “Tecrit suçe mirovahiyeye”," Perwerdeya bi zimanê dayikê şert e" hatin vekirin.