Jinên ku tevlî mîtînga 1'ê Gulanê bûn: Ji bo em bibin dengê berxwedêran em li vir in 2019-05-01 14:44:24   AMED - Jinên ku tevlî mîtînga 1'ê Gulanê ya Amedê bûn bal kişandin ser greva birçîbûnê û wiha gotin: "Divê em guh bidin dengê berxedêran."   1'ê Gulanê bi pêşengiya Federasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK), Platforma Şaxên Amedê û Platforma Demokrasiyê ya Kedê ve bi dirûşma "Em ê aştiyê bînin li vî welatî" li qada Îstasyona Amedê mîtîng li dar dixe. Qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), KESK, Odeya Tabîban a Tirk (TTB), CHP, Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP) û Sendîkaya Rojnemegerên Tirkiyeyê (TGS), bi pankartên xwe tevlî mîtîngê bûn. Her wiha jinên ku li Bazara Jiyanê dixebitin tevlî mîtîngê bûn. Ajansa me bi minasebeta 1'ê Gulanê nêrîn ji kedkarên jin girt.    'Êdî temînata jiyana me nemaye'   Endama Lijneya Rêveberiya Sesê Fatma Yildizhan, destnîşan kir ku sed salin li cîhanê têkoşîna kedê tê dayîn û wiha got: "Welatê me niha dişibê girtîgehê. Mafê kedkaran hatiye xespkirin. Êdî temînata jiyana me nemaye. Em îro li vir ji bo parastina keda xwe û miqedesbûna dayikan daketin qadan. Her wiha ji bo em bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê em hatin qadê."   ‘Em nikarin azad karê xwe bikin'    Endama Sendîkaya Rojnamegerên Tirk (TGS) Bahar Kiliçgedîk, di axaftina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha axivî: "Ez, hem bi nasnameya rojnamegeriyê tevlî mîtîngê dibim û karê xwe dikin û hem jî li vî qadê daxwazên xwe tînin ziman. Îro li Tirkiyeyê 142 rojnameger di girtîgehê de ne. Em nikarin rojnamegeriyeke azad bikin û em bi zext û zordariyan re rû bû rû dimînin. Gelek rojnameger ji ber nûçeyên ku çêdikin ceza digirin. Em ê îro li vir ji bo azadiya rojnamegeran biqîrin."   ‘Ez têkoşînê bi bawerim'    Endama Kar a Giştî ya DÎSK'ê Melîke Dara Gunal qala yekitî û têkoşînê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îro roja têkoşîna yekitiyeyê. Ji bo karkeran rojeke girîng e. Ez li vir im ji ber ku ez têkoşînê bi bawerim. Peyama min a herî girîng li ser rojiyên mirinê ne û em dixwazin daxwaz bên qebûl kirin. Em dixwazin dengê wan bighînin hemû kesan. Hêvî dikim ku em cenaze ranekin."   ‘Em ê her tim li qadan bin'   Kedkara bi navê Gazal Tunç, bal kişand ser aştiyê û wiha got: "Em dixwazin aştî bê vî welatî. Ji bo bibim dengê berxwederên greva birçîbûnê, ez hatim. Li dijî mirinan em ê di nav berxwedanê de bin. Her wiha ez bang li jinan dikim, divê jin xwe ji çar dîwarên malê xwe rizgar bikin û edî li malê derkevin. Em ê hertim li qadan bin."