Li Enqereyê 1'ê Gulanê: Meşa ber bi Tandoganê dest pê kir 2019-05-01 13:59:16   ENQERE -  Meşa 1^ê Gulanê a ber bi Qda Tandoganê dest pê kir: Girse, bi dirûşma, "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Bijî 1'ê Gulanê dikeve qadê.   Rêxistinên civakî yên sivîl ên Enqereyê li Meydana Tandogan a Enqereyê mitînga 1’ê Gulanê li dar dixin. Mitîngê bi meşa bi hezaran karker û kedkaran a dimeşin qadê dest pê kir. Girse li ber Navenda Çandê ya Ataturk kom bû û bi kortejan dirûşman berz dikin û dimeşin qadê.    Li nokteyên lêgerînê polîsan pankart yek bi yek lêkolîn kirin û şarja telefonan, pênûs û gelek amûrên din bernedan qadê.    Di meşê de bênavber dirûşm tên berz kirin û bi dirûşman li dijî AKP’ê bertek tên nîşandan.    HDP'yî  bi wêneyên Leyla Guven meşiyan   Korteja Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî bi wêneyên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyula Guven û endamê HDP’ê Nasir Yagiz ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne herikîn qadê. Jinên bi laçikên spî di meşê de cih girtin bênavber dirûşmên “Bila Leyla Guven bijî”, “Azadî ji zîndanan re” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.   'Rojnameger dê dîsa derkevin'   Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî bi meşekê çûn qada mitîngê û wêneyên rojnameger Mua Anter û Metîn Goktepe û pankarta “Rojnameger dê derkevin û dîsa binivîsînin” hildan.    10'ê  cotmehê nehat jibirîkirin   Di meşê de pankarta wêneyên 103 kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hat hildan û dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin.